Wezareta Derve ya Pakîstanê, di ser Qanûna Azadîyên Olî yên Navneteweyî ya 1998’an, Pakîstan xist lîsteya taybet ya çavdêrîyê.
Wezarete Derve dîyar kir ku li Pakîstanê azadîyên olî bi awayekî tund têne binpê kirin.
Wezaretê da zanîn ku bi taybetî bo 10 welat fikarên wann hene ku ew Îran, Koreya Bakur, Çîn, Myanmar, Erebîstana Saudî, Sûdan, Tacikîstan, Turkmenîstan, Ozbekîstan û Erître ne.
‘’Parastina azadîya olî yek ji şertên sereke yên aştî, aramî û îstiqrarê ye. Armancên van qanûnan, li wan welatan xurtkirina rêza bo azadîya bawerîyê ye. Hin welatên di lîsteyê de ne hewil didin ku vê rêzê xurttir bikin. Em ji van gavan kêfxweş in û dixwazin ku dîyalog bidomin’’ wezaretê di daxuyanîya xwe de got.
Serokê Amerîka Donald Trump, di rojên borî de Pakîstan bi hewandina terorîstan tawanbar kiribû.