Amerîka û Koreya Başûr jiber Olîmpîyatên Zivistanê yên Pyeongchangê hîndarîyên leşkerî yên hevpar taloq kirin.
Koreya Başûr ragihand ku serokomarê wî welatî Moon Jae-in û Serok Trump dema li ser telefonê diaxifîne biryara taloqkirina tetbîqatan dane.
Qesra Sipî jî da zanîn ku her du rêbêran biryar daye ku bala xwe bidin ser ewlehîya olîmpîyatan.
Tetbîqata hevpar ya Amerîka û Koreya Başûr yek ji tetbîqetên herî mezin yên cîhanê ye. Hîndekarî bo amadekarîya berevanîya herêmê pirtir di mehên Sibat û Nîsanê de pêk tên.