Rêvebirîya Amerîka êrîşên muşekî yên Îranê yên dijî Girên Golan, ku di bin kontrola Îsrailê de ye, şermezar kir.
Washingtonê da zanîn ku berevanî mafê rêwa yê Îsraîlê ye û dîyar kir ku ewê piştgirîya vî mafî bikin.
Qesra Sipî bi daxuyanîyekê dîyar kir ku rejîma Îranê dijî hemwelatîyên Îsraîlê êrîşeke provokatîf li dar xistiye û da zanîn ku ew bi awayekî xurt piştgirîya bersîvdana Îsraîlê dikin.
Amerîka da zanîn ku Îran dijî îstiqrar û aştîya navnateweyî gefan çêdike û bang li dewletan kir ku dijî Tehranê helwestên xwe ragihînin.