Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

McConnel: Amerîka Wê Berî Tebaxê Endamtîya Fînlandîya ya bo NATO Bipejirîne


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Kongresa Amerîka dê hewil bide berî betlaneya Tebaxê serlêdana Fînlandîya ya bo endamtîya NATO bipejirîne.

Reutersê ew agahî ji zarê Rêberê Komarîyên Civata Senatoran Mitch McConnell ragihand.

Mithch McConnell li Helsînkî bi Serokomarê Fînlandîya Sauili Niinisto re civînek çêkir.

McConnell ji rojnamevanan re dîyar kir ku ewê hewil bidin ku berî betlaneya Tebaxê serlêdana Fînlandîya bipejirînin.

Serokomarê Fînlandîya Niinisto do Yekşemê piştrast kir ku ew dê bo endamtîya NATO serlêdanê bikin.

McConell da zanîn ku endamên Kongresa Amerîkî piştgirîyeke mezin didin endamtîya Fînlandîya.

Wî dîyar kir ku bo endamtîya Fînlandîya dibe ku yekdengî çênebe, lê ewê piraniya dengan erênî bin.

Serokê Amerîka yê berê Donald Trump hewil dida ku Amerîka ji NATO vekişîne, lê McConell da zanîn ku piranîya Komarîyan dijî vekişînê ne.

Şerê Rûsya û Ukrayna di 24'ê Sibatê de destpê kir û ji wê çaxê vir ve Swêd û Fînlandîya bo bibin endamên NATO danûstandinê dikin.

XS
SM
MD
LG