Fermandarîya Navendî ya Amerîkî (CENTCOM) ragihand ku nêzî roja Çarşemê roketekê bingeha esmanî ya Eyn Esed li Iraqê armanc girt, lê ti ziyan û zirar çênebûn.
Hêza Peywira Hevbeş ya xala ku êrîş lê pêk hatî destnîşan kir û ew cih radestî hêzên ewlekariya Îraqê kir, CENTCOM da zanîn.
Artêşa Amerîka negot kî li dû wê êrîşê bû, lê di dema dawî de mîlîşyayên ser bi Îranê asta êrîşên xwe li ser bingehên Amerîkî li Îraq û Sûrîyê zêde kirine.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov (SOHR) jî roja Pêncşemê ragihand ku li gor belge û daneyên wan piştî 7'ê Cotmehê û gûrbûna şerê Îsraîl û Hamasê êrîşên ser berjewendiyên Amerîka li herêmê zêde bûne.
SOHR dibêje, komên çekdar yên bi piştevaniya Îranê êrîşên xwe yên li dijî bingehên hêzên Amerîkî li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê di çarçoveya helmeta xwe ya "Tolhildana Gazayê” didomînin. Ji 19'ê Cotmehê heta niha 60 caran êrîşên bejahî û esmanî li bakur û rojhilatê Sûriyê pêk anîne. SOHR bi vî awayê jêrîn êrîş rêz kirine:
- 13 êrîş li zeviyên petrolê yên El-Omer (Dêrezor)
- 11 êrîş li ser bingeha Şedadî li gundewarê Hesekê
-13 êrîş li bingeha qada gazê ya Conico ya Gazê (Dêrezor)
- 10 êrîş li ser bingehê Xerab el - Cêyr li Rimêlanê
- 8 êrîş li ser bingeha El-Tanf ya nêzîkî sînorê Sûrîyê, Îraq û Urdunê
- 2 êrîş li bingeha Tel Beyder ya gundewarê Hesekê
- 2 êrîş li bingeha Amerîkî li Rubarba li gundewarê bajarê Dêrikê
Jêder: CENTCOM/SOHR