Lînkên eksesibilîtî

 
Amerîka ji Neteweyên Yekbûyî re Pêşniyara 'Dawîanîna Bilez' Ya Şerê li Ukrayna Dike
Breaking News

Amerîka ji Neteweyên Yekbûyî re Pêşniyara 'Dawîanîna Bilez' Ya Şerê li Ukrayna Dike


Civata Giştî ya Netewên Yekbûyî
Civata Giştî ya Netewên Yekbûyî

Amerîka pêşniyarnameyek ji Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî re şand ku tê de banga "dawîkirina bilez" ya şerê li Ukrayna dike bêyî ku behsa yekparçeyiya axa wî welatî were kirin.

Ev pêşnumabiryar di demekê de ye ku Serok Donald Trump zextê li Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky dike da ku şerê Ukryana û Rûsya bidawî bibe.

Pêşniyar, ku ji 65 peyvan zêdetir nîne, ku roja Îniyê ji aliyê ajansa AFP ve hatiye dîtin, banga "dawîkirina bilez a pevçûnê û aştiyek mayînde di navbera Ukrayna û Rûsyayê de" dike, bi formulek kurt ku ji metnên berê yên Meclîsê yên ku bi eşkere piştgirîya Ukraynayê dikin gelek cudatire.

Wezîrê Derve yê Amerîka Marco Rubio got, "Amerîka biryarek hêsan û dîrokî pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî kir û em bang li hemû welatên endam dikin ku piştgirîya wê bikin da ku nexşerêya aştiyê biserkeve."

Balyozê Rûsya li Neteweyên Yekbûyî Vasily Nebenzia, pêşniyarbiryara Amerîka wek "ramaneke baş" bi nav kir, di heman demê de got ku di nivîsê de tu amaje bi "sedem û kokên" pevçûnê nehatîye kirin.

Ewropî, ku ji nişka ve derbarê diyaloga Amerîka-Rûsya ya li dor Ukraynayê hişyar bûn, heya sibeya roja Şemiyê bertek nîşanî wê pêşniyarbirayara Amerîka nedabûn.

Balyozê Fransî li Neteweyên Yekbûyî Nicolas de Rivière got, "Heya niha tu şîrove tune," di heman demê de ku Civata Giştî biryar e roja Duşemê, di salvegera sêyemîn ya destpêkirina êrişa Rûsî ya li ser Ukraynayê de bicive.

Lêkolînerê Koma Krîzê ya Navneteweyî Richard Gowan ji ajansa AFP re got, "Nivîseke bi vî rengî ya hêsan ku êrîşa Rûsyayê şermezar nake û bi eşkere behsa yekparçeyiya axa Ukraynayê jî nake. "

Wî herwiha got, "Ev mîna xiyanetek ya li Kîevê ye, zîleyek li rûyê Yekîtiya Ewropayê ye, û hevdije li gel prensîbên ku bingeha hiqûqa navneteweyî pêk tînin."

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG