Piştî tevgereke tund ya dîplomasî ya bi hefteyan ku armanc jê agirbesta di navbera Îsraîl û çekdarên Hizbullaha Lubnanî de bû, Amerîka niha li ser şêwezeke bi temamî cuda radiweste, ew jî ew e ku dihêle pevçûnên li Lubnanê li ser rêbaza heyî dom bike.
Tenê du hefte berê, Amerîka û Fransa banga agirbesteke bilez bo 21 rojan kiribûn da ku rê li ber êrişa Îsraîlê bo Lubnanê bigire, lê ev hewldan ji ber kuştina Emîndarê Giştî yê Hizbullahê Hesen Nasrallah ji aliyê Îsraîlê ve, destpêkirina operasyonên bejayî yên Îsraîlê li Lubnanê, têk çûn.
Êrîşên Îsraîlê yên ku di 1ê cotmehê de bo ser Lubnanê gurr bûn, piraniya lîderên Hizbullahê jinav birine.
Niha, karbidestên Amerîkî bangên xwe yên ji bo agirbestê paşve kişandine, bi îdiaya ku rewş hatiye guhertin.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller çend roj berê di civîneke çapemeniyê de gotibû, "Em piştgiriya Îsraîlê dikin ku van êrîşan bi armanca têkbirina binesaziya Hizbullahê pêk bîne da ku di dawiyê de bigihin çareseriyeke dîplomatîk."
Ev guhertina di helwesta Amerîka de nîşan dide ku guhertineke tam beravjî di helwesta li hember kêşeyên zêde yên li Rojhilata Navîn çêbûye û di heman demê de Hizbullahê ku Îran piştgirî dide wan bi awayekî berçav lawaz dibe.
Bê guman Amerîka û Îsraîl dê ji têkbirina dijminekî hevpar, ku Hizbullah e sûd werbigirin, ku Tehran ji bo tehdîdkirina sînorên bakurê Îsraîlê bikar tîne.
John Alterman, karbidestê berê yê Wezareta Derve ya Amerîka, got ku Amerîka dixwaze helmeta Îsraîlî ya lawazkirina şiyanên Hizbullahê destek bike, lê ew destke kirin dibe ku pevçûnên li herêmê ji kontrolê derkevin.
Alterman got, nêzîkatiya Washingtonê wiha xuya dike: "Eger hûn nikaribin nêzîkatiya Israîlê biguherînin, baştir e ku hûn hewl bidin bi şêewke avaker were araste kirin."
Şerê herî dawî di navbera Îsraîl û Hizbullahê de derket dema ku grûpa Lubnanî mûşek avêtin cihên Îsraîlê piştî êrîşa 7ê Cotmeha 2023an ku ji hêla Hamasê ve li dij Îsraîl dest pêkir bû û bû sedema gurkirina şerê Gazayê.
Ji ber nebûna pêşketinan di danûstandinên agirbestê yên nerasterast di navbera Îsraîl û Hamasê de di çendîn mehên borî de, di meha Îlonê de Îsraîlê dest bi bombebarankirina Hizbullahê kir û derbên bi êş li girûpê xistin, di nav de teqandina walkie-talkies û pagerên ku ji aliyê girûpê ve dihatin bikaranîn, ku di encama wê êrîşê de bi hezaran endamên Hizbullahê birîndar bûn û bi dehan jî hatin kuştin.
Piştî kuştina Nasrallah, ku A,erîka ew wekî "çalakiyek dadweran e" binav kir, serokê Amerîka Joe Biden banga xwe ya agirbestê li ser sînorên Îsraîl û Lubnanê nû kir.
Lê hikûmeta Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu êrîşa xwe ya bejayî pêk anî û di nava çend rojan de Amerîka dev ji bangên xwe yên ji bo agirbestê berda û piştgiriya xwe ji helmeta hevalbendê xwe Îsraîlê re ragihand.
Jêder:Reuters