HESEKE — Çavkaniyên Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov (SOHR) îro Çarşemê ragihand ku dengê teqînan li gundewarê Hesekê hatiye bihîstin.
Ew teqîn ji encama rahênanên leşkerî yên hevbeş de bûn, ku bi guleyên rasteqîn yên hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD)ê li bingeha leşkerî ya Xerab el-Cîr li gundewarê Rimêlanê li bakurê Hesekê pêkhat.
SOHR li gor çavkaniyên xwe dibêje ku di rahênana hevbeş de bi topên giran û gulebarana dijî tankan, û bi beşdariya balafirên şer yên Koalîsyonê tetbîqata leşkerî hatîye darxistin.
Ev jî hevdem e ligel amadekariyên berdewam yên hêzên Amerîkî ji bo bihêzkirina bingehên xwe li wê herêmê ji bo rûbirûbûna êrîşên Îranê û milîtanên girêdayî wê li herêmê.
Di 2ê Îlonê de, çavkaniyên SOHR ragihand bûn ku teqînên tund li deverên Dêrezorê jî hatin bihîstin di encama rahênanên leşkerî yên Hêzên "Hevpeymaniya Navdewletî" de bûn, li bingeha Konîko ya zeviyên gazê ku guleyên rastîn hatine bikar anîn.
Rahênanên leşkerî bi beşdarîya firokên şer pêkhatine, tê de otombîlên "wêrankirî" hatine amanckirina.
Amerîka nêzî 900 leşkerên wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene ku li çend bingehan hebûna wan dom dike, ku bi Hêzên Sûriya Demokratîk HSDê re di nava çalakî û rahênanên leşkerî de ne.
Hevpeymaniya Navnetewî yekîneyên HSDê weke hevpara şerê li dijî DAIŞê li herêmê dibîne.
Jêder: SOHR