Berdevikê Wezareta Derve ya Amerîka Ned Price dîyar kir ku Washington dê bi qasî 336 mîlyon dolaran alîkarîyê bide Venezuelayîyan.
Price da zanîn ku 247 mîlyon dolar dê bo alîkarîya mirovî û 89 mîlyon dolar jî dê bo aborî û pêşdeçûna ya Venezuelayîyan were xerc kirin.
Wî dîyar kir ku li hindurê Venezuela dê pirtir ji 7 mîlyon kesên hejar, li derveyî wir jî 5,7 mîlyon Venezuelayîyên li 17 welatan bûne penaber dê alîkarîyê bistînin.
Li gor daxuyanîya Price, Amerîka dê piştgirîya piştgirîya komên alîkarîyê didin Venezuelayîyan jî bike.