Şêwirmendê Ewlekarîya Neteweyî yê Qesira Sipî Jake Sullivan, îro Duşemê bi daxuyaniyeke niviskî êrîşa mûşekî ya Îranê, ya dijî Hewlêrê ser navê Amerîka bi tundî şermezar kir.
“ Amerîka êrîşa mûşekî ya Îranê hemberî Herêma Kurdistana Îraqê bi tundî şermezar dike. Ev êrîşa li Hewlêrê ya paytexta Herêma Kurdistanê, bêyî sedem dijî maleke sivîl hatiye kirin,” Sullivan got.
Jake Sullivan anî ziman ku di şermezarkirina vê êrîşa dijî serwerîya Îraq û Herêma Kurdistanê de, Amerîka ligel Serokwezîr Kazimî û rêberên Herêma Kurdistanê ye.
“Emê piştgirîya Hikûmeta Îraqê bikin da ku ji Îranê hesab werin pirsandin û di gefên bi vî rengî yên Îranê de, emê piştvanîya hevkarên xwe yên li seranserê Rojhilata Navîn bikin, ” Sullivan got.
Sullivan da zanîn Amerîka li pişt serwerî, serxwebûn û yekparçebûna axa Îraqê ye.