Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêvebirîya Trump Dijî Korona Karanîna Maskeyan Dinîrxîne


Deborah Birx, endama tîma bo vîrusa korona ya serok Donald Trump di brîfînga Qesra Sipî de diaxife
Deborah Birx, endama tîma bo vîrusa korona ya serok Donald Trump di brîfînga Qesra Sipî de diaxife

Rêvebirîya Serokê Amerîka Donald Trump pêşnîyarîyên karanîna maskeyên rû dinîrxîne.

Li Amerîka cara yekê hejmera kesên ku di nav rojekê de, jiber vîrusa korona mirine ji 1,000 kesan borîye.

Di axaftina xwe ya brîfînga Qesra Spî de, Deborah Birx, endama tîma bo vîrusa korona ya serok Trump, got ku Navenda Amerîkî ya Kontrolkirin û Nehîştina Nexweşiyan (CDC) dê di rojên pêş de li ser maskeyên û tedbîrên parastinê peşnîyarên zêdetir bike.

“Amerîkî ku hema hema ji hemîyan re tê gotin ku li malê bimînin, dîve xwedî "hestek ewlehî ya derewîn" nebin ku dê ew bikaranîna maskeyan bi tevahî ji vîrusê tên parastin.

Di heman brîfîngê de Trump, di bersivdayîna pirsên rojnamevanan de gotibû ku ger mirov dixwazin maske li ber rûyê bikin, ew dikarin li xwe bikin.

Li gor ragihandina îro Înê, hejmara bûyerên vîrûsa korona li Amerîka gîheştîye 245,559'an û nêzîkî 5,443 kes jî jîyanên xwe hinda kirine.

Li seranserê cîhanê bûyerên pêketina vîrusa korona ji 1mîlyonî derbaz bûye, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 55,00 kesan.

Pisporên bijîşkî yên Qesra Spî texmîn dikin ku heke pîvanên tedbîran bicîh bînin jî, di navbera 100,000 û 240,000 Amerîkî dibe ku jiber vîrusa korona jîyanên xwe hinda bikin.

Rêveberîya Trump, CDC û rayedarên saxlemî ya giştî hemî ji destpêka derketina vîrusa korona vir ve digotin ku tedbîrên wiha ne hewce ne.

Tê texmîn kirin ku 90% ji Amerîkîyan li gor tedbîrên hatine ragihandin li malên xwe dimînin.

Hikûmetê ragihand ku 6.6 mîlyon karker ku ev hejmareke rekor e, jibo wergirtina berjewendîyên bêkarîyê hefteya borî serlêdana fermî kirine.

XS
SM
MD
LG