Rêvebirên hilbijartinê li seranserê Amerîka dibêjin ku ew bitirsin ku fermangeh û navendên wan rastê hesabên Twitter-ê yên sexte bibin ku wê karîgeriyê li ser dengderan bike û tevlevîkê bike ji bo dengdanê yan wan bixapînin piştî ku platforma medyaya civakî guhertin di karûbarê piştrastkirinê ji nasnameya kesên ku Tiwitter bikar tînin.
Hin karbidestên hilbijartinê hewil didin ku gavan bavêjin da ku dengdêr karibin cudahiyê di navbera hesabê ofîsa fermî ya hilbijartinê û yên sexte diyar bikin ku dibe ew di nav hilbijartinên îsal de an jî di gera 2024-an de derkevin holê.
Bersiva nehevseng a Twitterê dibe sedema duristkirina rewşek ne aram li ser rewşa hilbijartinê ku pêlek mezin ji zanînên sexte belav bibin .
Jêder: AP