Bexda, 30ê Hezîrana 2021 (AFP), êrîsên esmanî yên Amerîka yên kujek di vê heftiyê de bo ser grûpên çekdar yên ser bi Îranê ve li Îraq û Sûriyê tirsa gurbûna nakokiyên di navbera her du dijberên mezin de zêde dike.
Her çende ewan hêvî hene ku jibo vejandina peymana 2015an ya derbarê Bernama navokî ya Îranê ku serokê berê yê Amerîka Donald Trump hilweşandbû, car din Washington û Tehran dê rîska rûbirûbûnek nû ya teqîner bikin?
Çima Nakokî Zêde Dibin?
Îran li dij hebûna Amerîka li herêmê derdikeve ji dema ku Şorişa Îslamî ya Îranê sala 1979ê derketî û bû sedema jinavbirina desthilata Şahê Îranê ku ji aliyê Amerîka ve dihat piştevanî kirin û Komareke Îslamî damezrand.
Nakokî di dema dest biserdagirtina rehînên Amerîkî li balyozxaneya Tehran destpêbû û Amerîka jî, di şerê dirêj yê 8 salan de alîkariya Îraqê kir û rikeberî zêde bû.
Tirsa Amerîka heye ku Îran bombeya navokî çêke, lê Tehran vê yekê red dike. Êrîşên Amerîka bo ser Îraqê û jinavbirina rejîma dictator Sedam Husên li sala 2003an, baldestiya Îranê di siyaseta Îraqê de bihêz kir, ev jî bi rêya partiyên siyasî û grûpên çekdar yên Şîa mezheb.
Girtina Amerîka ya Îraqê dîsan bo sedema şerekî domdirêj yê tayîfgerî û mezhebî di welatekî de ku pirraniya wan şîa ne, nakokî gehiştin asta herî bilind dema ku Dewleta Îslamê DAIŞê ya sunîya tundrê bihêz bûyî li sala 2014ê.
Dewleta Îslamê DAIŞ li ser destê hevpeymaniya navnetewî ya bi serokatiya Amerîka hat hilweşandin ku hevkarîya leşkerî bi hêzên Îraqî re hebû di nav de Heşda Şaabî, ku tevgerek nîv-leşkerîye grûpên girêdayî Îran tê de di bala destin. Lê hevpeymaniya wan ya aloz di ketina"Xîlafet" a DAIŞê de bidawî bû. Ji wî çaxî grûpên çekdar yên Şîa daxwaza derketina tam ya hêzên Amerîka dikin ji Îraqê.
Nakokî Çawan derketin?
Siyasetvanên Îraqî yên di navbera Washington û Tehranê de bûn hewildan ku alîsengiyê di navbera her du aliyan de ragirin, û hişyarî dan ku welatê wan nebe meydana nakokiyên dijwar. Vê yekê sernegirt piştî ku aloziyên sala 2019ê rûdan dema ku Amerîka êrîşên esmanî li dij bingehên Heşda Şaabî kirîn, piştî ku karmendekê girêbest yê Amerîkî hatî kuştin, hezaran alîgirên Îranê êrîş anîn ser balyozxaneya Amerîka li Bexda.
Li roja 3ê Kanûna Duyê, meha yek ya sala borî nakokî hêjî gurtirbûn, dema ku di êrîşeke esmanî ya Amerîkî de ya bi firokên bê firokevan Qasim Sulêmanî û cîgirê fermandarê Heşda Şaabî Abu Mahdî Al Muhandis li nêzîk firokxana Bexda kuştîn.
Zêdebarî ku nakokî û êrîş di navbera her du aliyan de li herêmên cûda pêkhatin, lê her du aliyan xwe ji şerekî seranserî dûr ragirt.
Lê berjewendiyên Amerîka li Îraqê berdewam bûn armanca êrîşên bi mûşekan ku her tim guman li ser alîgirên Îranê heye lê hêjî wan xwe berpirs ji wan êrîan ne ragihandîye.
Li vê dawiyê alîgirên Îranê ji Îraqê çûne Yemenê, da ku firokên bê firokevan yên çekdar ji karê Îranê bidest bixin û bikarin êrîşên armancber û zirarmend encam bidin û bikevin nava sistema bervaniya Amerîka ya li dijî mûşekan de li herêmê.
Çi Hat Guhertin?
Piştî ku serokê Amerîka hat guhertin li şûna Donald Trump, Joe Biden hat, wî dest bi danûstandinên nerasterast kir li gel Tehran derbarê Bernama navokî – di heman demê de biryara êrîşên esmanî jî hebû, ji wan yên ku şeva Duşemê pêkhatbûn ku hatbû ragihandin ku 9 çekdarên alîgirên Îranê di wan êrîşan de hatine kuştin.
Hamdî Salih, pisporê pirsên grûpên çekdar li Îraqê dibêje"Rêveberiya Biden dixwaze baladestiya xwe biparêze bi guhertina hêlên sor yên kuştina leşkerên Amerîkî bo her hewildanekê li dij leşkerên Amerîkî li Îraqê bi taybet êrîşên bi firokên bê firokevan yên pêşketî. "
Ev hêla tund ji aliyê Washington bo sedem ku gotara lîderên Heşda Şaabî hêjî tundtir bibe.
Qais al-Khazali, berpirsê di asta bilind de yê Heşda Şaabî ya girêdayî Îranê Sêşemê gotbû, çalakiyên grûpên wî yên çekdar gihaye "Qunaxek Nû" û soza "tolhildana da, ku xûna giranbiha ya xortên Îraqê bi xûna leşkerên dagîrker be."
Hikûmeta Îraqê êrîş şermezar kir û got "Binpêkirinek zelal û nayê qebûl kirin"ê, ya serweriya welat e. Lê jibo lîderên Heşda Şaabî ev ne bes bû, li şûna wê wan daxwaza êrîşên rasterast kir li dij "dagîrkeran".
Serokwezîr Mistefa Al-Kazimî yê ku demek dirêje weke hevalbendê nêzîk yê Washington tê dîtin, bi şêweke mezin tê neçar kirin ku li gur îradeya Heşda Şaabî tev bigere. Bi nêzîkbûna hilbijartinan li meha Oktoberê diyare dixwaze têkiliyan baştir bi Îranê re hebin.
Tê çaverê kirin ku Kazimî di demek nêzîk de serdana Washington bike, lê dîsan ew weke yekemîn serokê biyanî ji aliyê serokê nû yê Îran Îbrahîm Raisî ve hatiye dawet kirin, di roja serkeftina mihafizkarên tundrê dî hilbijatinên nîva meha Hezîranê de.
Kî Rûbirûbûnê Dixwaze?
Çavdêr dibêjin, di dema ku Amerîka, Îran û hevpeymanên wan gotara her hemîyan tekezê li ser nîşandana hêzê dikin, lê di peydabûna agirê şerek mezin de her alî dibîne ku ev ne di berjewendiya ti aliyekî de ye. Dîplomatê rojavayî gote AFP, Washington "dema xwe bi bersivdanê derbaz kir" dema ku bersivdayî êrîşên ku 2 girêbestên Amerîkî li Îraqê di êrîşa firoka bê firokevan de destpêka vê salê de hatîn kuştin lê rêveberiya Biden "dibe ku bjiardeya rûbirûbûnê" hilbijêre.
Şirovekarê Îraqî Îhsan Al Şammarî dibêje, dema ku Amerîka û Îranê dest bi danûstandinên navokî kirin "Xweyaye ku Biden danûstandinên li Viyena û grûpên çekdar yên Îraqî ku dixwazin givaştian bikar bînin jibo baladestiya zêdetir ya Îranê hebe cûda dike."
Şirovekar dibêje "Lê Îran milîtanên Îraqî teşwîq dike jibo êrîşên biçûk li dij hêzên Amerîkî li Îraqê pêk bînin, ew şerekî mezin di vê qunaxê de naxwaze".
Herwiha nediyare ku Amerîka jî tiştekî weha dixwaze bi taybet niha libere hêzên xwe vekişîne.