Ev 13 roj in ku qedexeya derketina kolanan li taxa Sur ya Dîyarbekirê berdewam dike û ew yek bandoreke pir xirab li ser jîyana gel dike.
Di tundîya berdewam de îro jî 2 xort ji hatin kuştin û jimareke kesên din jî birîndar bûn.
Parlamantera HDPê ya Amedê Çaglar Demîrel dibêje, gelê Kurd koledarî nema qebûl dike.
"Dewleta Tirk, hikûmeta AKP dixwaze îrada gel bişkîne û li ser gel ferz bike ku wek wan bifikrin yan bêne kuştin. Lê, gelê Kurd nîşan dide ku ew stuyê xwe li hember wan xar nekin."