Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Pevçûneke Hilbijartinê de 1 Kes li Amedê Hate Kuştin û 12 jî Birîndar Bûn


Di dema hilbijartinên herêmî yên Tirkîyê îro Yekşemê de, li gundê Cirnîk (Agaçlidere) yê bajarokê Sur ya Amedê, di encama pevçûna du koman de kesek hat kuştin û 12 kes jî birîndar bûn.

Li gor ragihandina medya heremî pêvçûn di navbera alîgirên 2 berbijarên mixtarîyê de qewimîye ku alîyan bi kevir, dar çekan êrîşî hev kirine û piştre jî çek hatine xebitandin.

Walîtîya Amadê jî bi daxuyanîyeke nivîskî pevçûna li gundê Cirnîk piştrast kir û nave kesê kuştî wek Emîn Çelîk ragihand.

Walîtîyê got ku li heremê tedbîrên ewlehîyê yên berfireh hatin girtin.

Li gor ragihandinên destpêkê, kesê ku di pevçûnê de hatiye kuştin, berpirsê sindoqên yê DEM Partî, Emîn Çelîk e ku dema hewil dida pevçûnê rawestîne bi guleyan jîyana xwe ji dest daye.

Gule li wesayîta rojnamevanên ku ji bo şopandina bûyerê çûye heremê ketiye û herwiha 2 ambulansên ku hatine veguhestinê herêmê bi keviran zarar dîtine.

Li gor daxuyanîya Komela Rojnamevanên Başûrê Rojhilat (GGC), wesayîta ku rojnamevanên ku ji bo şopandina bûyerê çûye heremê jî hatiye gulebaran kirin.

"Hin hevalên me bi ambulansê, hin bi wesayîtên xwe, hin jî ji cîhê bûyerê revîyan û derbazî herêmeke ewle bûn. Di hevdîtina me ya bi hevrêyên me re de ragihandin ku di rewşa ewlekarîya wan de niha ti pirsgirêk tuneye. Em ban li karbidestên herêmî, hêzên ewlehîyê û karmendên leşkerî yên herêmê dikin ku ewlehîya jîyana rojnamevanên li qadê dixebitin,peyda bikin.” GGC got.

XS
SM
MD
LG