Roja Çarşemê li Amûdê malbatên her pênc mamostayên ku di 6'ê vê mehê ji alîyê hêzên Asayîşa Amûdê hatibûn binçav kirin, darketin xwepêşandanê.
Malbatatên mamosteyên binçavkirî û hejmarek ji şagirtan di xwepêşandanê de doza berdana mamosteyan û vegerandina sîstema xwendinê ya rejîma Sûrî kirin.
Her 5 mamostayên bi rêbaza hikûmeta Sûrî kursên taybet didan xwendekaran û li gor jêderên ji Amûdê du mamoste hatin berdan û yên din hîn di bin lêpirsînê de ne.
Xedîca Merdînî, hevjîna Ridwan Hiso ku hîn nehatiye berdan, ji Dengê Amerîka re got ku Ridwan mamostayê zimanê Erebî ye û ev 25 sal in waneyan dide.
“Ew bû du sal ji kar rûniştiye, nexweşîya şekir û kolestrol pê re heye. Em ji Rêvebirîya Xweser hêvî dikin ku di van her du rojan wî û mamosteyên din berdin."
Li gor Rêvebirîya Xweser rêbaza xwendinê ya rejîma Sûrî li bajarên Kurdî qedexe ye. Desteya Perwerdê û Fêrkirinê li Bakur û Rojhilata Sûrîyê dibêje ku tenê rêbaza xwendina bi zimanê dayîkê qanûnê ye.
Hevseroka Desteya Perwerdê li herêma Cizîrê Rûhat Xelîl ji Dengê Amerîka re got ku ew ne li dijî dayîna kursên pergala xwendinê ne.
"Jibo navendên taybet yên perwerdê didin ji xwe biryara heya ji 2016'an de ku çi navendên hebin divê bêne qoçana xwe ji desteya perwerdê bibin. Bêguman ti kesê ku neyê destûra xwe nebe, tê wateya ku ew jê alîyê qanûnî ne rewa kar dike. Lewra xwendingeh tê girtin û mamosta jî tên lêpirsîn kirin."
Berîya niha li bajarokê Dirbêsîyê jî hejmareke mamosta ji alîyê Asayîşê ve hatibûn binçav kirin.
Li gor mamostayên ku hatine berdan, wan soza nivîskî dane ku derbarê sîstema xwendina bi zimanê Kurdî de nema biryarê Rêvebirîya Xweser binpê bikin.