Wezareta Derve ya Almanya îro Çarşemê ragihand ku hikûmet hizir dike pêdaçûna sînordarkirinên ser rêwîtîyê bi Tirkîyê re bike.
Berdevkê wezareta derve Rainer Breul di preskonferasekê de li Berlînê got ku berî biryareke nû, ew li benda pêşnîyaza Yekîtîya Ewrupa ye.
“Em bi Tirkîyê re di nav danûstandinan in. Wezîrê Derve bi hevtayê xwe yê Tirk re peyîvî. Em dibînin ku Tirkîye hewildanên mezin bi rê ve dibe, lê em nikarin demeke zelal destnîşan bikin,” Brediul got.