Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya Dibêje Wê di Dema Serwerîya Kolonyalîst de li Namîbya Jenosîd Pêk Anîye


Ajansa AFP ragihand ku Almanya cara yekê roja Înê qebûl kir ku wê li Namîbya di dema dagirkirina xwe ya kolonyalîst da jenosîd pêk anîye.

Berlînê soza piştgirîya darayî ya pirtirî yek mîlyar ewro jibo projeyên alîkarîyê jibo wî welatî da.

Namîbya pêşwazîya qebûlkirina Almanya kir ku wê di dema dagirkirina xwe ya kolonyalîst ya sedsala 20’an de jenosîd pêk anîye.

"Qebûlkirina ji alîyê Almanya ve ku jenosîdek hatiye kirin gava yekê ya di rêya rast de ye," Alfredo Hengari, berdevkê Serok Hage Geingob ji ajansê re got.

Dagirkerên Almanî di komkujîyên salên 1904-08’an da bi deh hezaran gelên xwecihî Herero û Nama kuştin.

Ew komkujî, ku ji alîyê dîrokzanan ve wekî jenosîda yekê ya sedsala 20’an tê dîtin, bûbû sedema peywendîyên xirab yên navbera Namîbya û Almanya.

Tevî ku Berlînê berê pejirandibû ku bi destê karbidestên wê yên kolonyalîst komkujî pêk hatine, wan bi israr red kir ku tazmînata rasterast bidin.

Wezîrê Derve yê Almanî Heiko Maas di daxuyanîyekê de got ku ewê niha van bûyeran bi fermî binirxînin ku ew li gor nêrîna îro jenosîd e.

Wî pesnên peymanê dan piştî pirtirî pênc salên danûstandinên digel Namîbya li ser bûyerên li herêmê ji alîyê Berlînê ve di salên 1884-1915 hatiye kirin.

"Bi ronahîya berpirsîya dîrokî û exlaqî ya Almanya, emê ji Namîbya û nevîyên qurbanên zilma hatiye kirin lêborînê bixwazin. Wek nîşana qebûlkirina zilma mezin ya ser qurbanîyan, emê bi rêya bernameyek darayî ya 1,34 mîlyar dolarî, piştgirî bidin jinûve avakirin û pêşvebirina Namîbya," Maas got.

Li gorî çavkanîyên nêzî danûstandinan, ev pare dê di nav 30 salan were dayîn û divê di serî de sûdê bide kesûkarên Herero û Nama.

Lê, Maas dîyar kir ku dayîna diravan rê li ber "daxwazek qanûnî ya tezmînatê" venake.

Serhildan, tolhildan

Ji Namîbya ra di serdema serwerîya Berlînê ya salên 1884-1915’an de Almanyaya Başûrê Rojavayê Afrîqayê dihate gotin, û paşî bo 75 salan kete bin serwerîya Afrîqaya Başûr, berî ku di sala 1990’an da serxwebûna xwe bi dest xistibû.

Di sala 1904’an de, dema gelê Herero, ku ji ajal û axên xwe bêpar mabûn, rabû ser pîya û piştî demekê gelê Nama jî rabû ser pîya, serhildana wan ji alîyê leşkerên dagirker yên Alman ve hat perçiqandin.

Di Şerê Waterbergê di Tebaxa 1904’an de nêzîkî 80,000 Herero, jin û zarok jî di nav de, revîyan û leşkerên Alman ketin dû wan li seranserê ku niha wekî Çola Kalahari tê zanîn. Ji wan tenê 15,000 sax man.

Generalê Alman Lothar von Trotha, ku jibo şikandina serhildanê hatibû şandin, fermana komkujîya gelê xwecîhî dabû.

Di navbera salên 1904 û 1908’an de herî kêm 60,000 Hereros û nêzîkî 10,000 Namas hatin kuştin.

Leşkerên kolonyalîst komkujî pêk anîn; mêr, jin û zarok sirgûnî çolê kirin û li vê derê bi hezaran kes ji tîbûnê mirin; û kampên girseyî yên zilmê, yên wekî ya li Girava Shark damezirandin.

'Li rabirdûyê derbas bibin'

Zilma ku di dema dagirkirinê da hate kirin, bi salan têkilîyên di navbera Berlîn û Windhoekê de nexweş kirin.

Di sala 2015an de her du welat dest bi danûstandinan li ser peymanekê kir ku Almanya hem bi fermî lêborînê bide û hem jî alîkarîya pêşketinê bike.

Lê, di Tebaxa sala borî da, Namîbya got ku tazmînatên ku Almanya pêşkêşî wan kiriye nayê qebûl kirin. Wê demê hûrgulîyên pêşnîyarê nehatin dayîn.

Serok Hage Geingob dîyar kiribû ku Berlînê red kiribû ku gotina "tazmînat" bipejirîne, jiber ku ew peyv di dema danûstandinên digel Îsraîlê de jî piştî Holokostê hatibû asteng kirin.

Lê, Almanya jibo ku lihevhatinê hêsan bike, di sala 2018’an de hestiyên endamên êlên Herero û Nama vegerandibûn û wezîrê derve yê wê demê Michelle Muentefering jî gotibû ku ew "ji kûrahiya dilê xwe lêborînê dixwaze".

XS
SM
MD
LG