Enstîtuya Robert Koch Nexweşîyên Enfeksîyonî îro Înê ragihand ku hejmara bûyerên piştrastkirî ya vîrusa korona li Almanya giheştiye 3,062 kesan.
Enstîtuyê bi bîr xist ku ew hejmar berî îro 671 bû û heta niha 5 kes jiber vîrusa korona mirine.
Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) îro ragihandibû ku Ewrupa êdî bûye navenda belavbûna vîrusa korona û hişyarî dabû hikpmetan ku tedbîrên kontrolkirin û pêşîgirtina korona xurt bikin.