Darîreya Xizmetên Zanistî ya Meclîsa Federal ya Almanya dîyar kir ku operasyona Tirkîyê ya dijî Efrînê ne li gor hiqûqa navdewletî ye.
Medya Almanya da zanîn ku Daîreya Xizmetên Zanistî di belgeyekê de dîyar kiriye ku ‘’bo berevanîya rêwa ya Tirkîyê, dijî wê ti êrîşên berçav nehatine kirin.’’
Neteweyên Yekbûyî (NY), dix ala 51’an de dîyar dike ku ‘’Eger dijî endamekî NY’ê êrîşeke çekdarî pêk were, mafê wê yê xweparastinê heye’’
Tirkîye îdia dike ku di operasyona dijî Efrînê de, li gor xala 51’an berevanîya rêwa dike.
Daîreya Xizmetên Zanistî ya Meclîsa Federal da zanîn ku Tirkîye bi awayekî eşkere nabêje ku bi kîjan êrîşa çekdarî dest bi berevanîya rêwa kiriye.
Li gor belgeyê, Almanya bang li hevalbendên NATO dike ku ji Tirkîye bo berevanîya rêwa, delîlên berçav bixwaze.