Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya Dijî Êrîşên Sîber yên Dema Hilbijartinan Hazirî Dike


Wezîra Navxweyî ya Almanya Nancy Feaser got divê ew dema hilbijartinan xwe ji êrîşên sîber yên Rûsya biparêzin.

Feaser dîyar kir ku divê ew li hember kempeynên belavkirina agahîyên şaş xwe xurt bikin.

‘’Divê em di cîhana dîjîtal de jî berevanîya demokrasîya xwe bikin. Li hember êrîşên hekiran, gefên manîpulasoyon û dezenfermosyonê divê em bi çek bikin.’’

Wezîra Alma got ku gefên bi wî rengî bi taybetî ji Rûsya û ji aktorên din tên û soz da ku ewê li hember êrîşên ji derve berevanîya xwe xurt bikin.

Hêjayî balkişandinê ye ku koalîsyona sêqolî ya bi rêberîya Olaf Scholz hilweşî û çaverê ye ku Almanya serê salê here hilbijartinan.

Karbidestên Alman dîyar dikin ku sala 2024’an dema hilbijartinên Yekîtîya Ewrupa (YE) û yên eyaletan ti êrîşeke giran ya sîber çênebûye, lê dibêjin ku divê ew dema hilbijartinên neteweyî hişyar bin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG