Wezîrê Navxwe yê Almaniya roja Yekşemê ragihand ku Almanya plan dike qanûnên çekan tundtir bike piştî plansaziyek gumanbar ji hêla komek rastgirên tundrê ve ku dixwestin hikûmetê hilweşînin û padîşahiyek û serokatiyek netewî li gor xwe ava bikin.
Polîsên Alman hefteya borî 25 kes bi gumanbariya tevlêbûna komployê girtin
, ku vê yekê di welatekî herî pêş yê demokratiya de li ewropa her kes di nava şokê de hişt, ku pirniya kesên gomanbar ji rêxistina "Reichsbuerger" Hemwelatiyên Reich" ê bûn.
Dozgerên Alman dibêjin, tevgera "Reichsbuerger" dewleta Alman ya moderin red dikin.
Wezîrê Navxweyî yê Almanya Nancy Faeser di hevpeyvînekê de ligel rojnameya "Bild am Sontag" de got, tevgera "Reichsbuerger" gefeke cidî li ser Almanya çê dike bi taybet piştî ku endamên wan ji sala borî ji 2000 endaman bilind bo 23000 kesan.
Dozger dibêjin, gumanbar ku di nav de çekdar hene û kesên ku dizanin çawan çekan bikar bînin hene, wan hewil daye ku leşkerên di artêşa Almanî ya niha û ya berê de bigirin nava xwe û dest bi ser cebilxaneyên çekan de bigirin, wezîrê Navxwe gotiye "Pêwîstiya me bi hemî desthilatan heye ku tevgeriyana givaştinên xwe bi her awayî bikar bînin", û ev jî sedeme ku hikûmet "Di demek nêzîk de dê qanûnên hilgirtina çekna tundtir bike."
Berî ku serdagirtina malan pêk were, desthilata hikûmeta Berlinê dest danî bo ser çekên zêdetir ji 1000 kesan ku endamên rêxistina "Reichsbuerger" ê ne, zêdebarî ku li gorî daxûyaniyên wezîr bo rojnama "Bild am Sontag" tê texmîn kirin ku hêjî nêzî 500 kes endamên heman rêxistinê xwedî destûrnama fermî ya çek hilgirtinê ne.