Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qurbaniyên Êrîşa Magdeburgê Giha 5 Kuştî û 200 Birîndaran û Scholz Serdana Cihê Bûyerê Dike


Serokwezîr Olaf Scholz (R) li cihê bûyera li bazarê Kirîsmesê li bajarê Magdeburg, 21.12.2024
Serokwezîr Olaf Scholz (R) li cihê bûyera li bazarê Kirîsmesê li bajarê Magdeburg, 21.12.2024

Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz roja şemiyê çû bajarê Magdebûrgê û sempatî û piştgiriya xwe jibo qurbaniyên êrîşa ser bazarê Krîsmisê anî zimanî ku di êrîşê de 5 kes mirine û 200 kes jî birîndar in.

Scholz got, “Çi karekî tirsnak e ku kesek ewqas mirovan li vir bi wehşîyeteke weha birîndar bike.

Serokwezîr Olaf Scholz got, " Di nava birîndaran de 40 ji wan birîna wan girane divê ku li hedmber wan gelek nîgeran bîn."

Serokwezîr bang li gel kir ku bi yekbûn li dijî nefretê rawestin.

Scholz Şemiyê li Magdeburgê li cihê bûyerê ji rojnamevanan re got, "Li Almanyayê ji bazarên Krîsmisê cihek aramtir, dilxweştir tune ku mirov berî cejna Noelê werin cem hev û demekê bi hev re derbas bikin, şeraba gerim vexwin, sosican bi hev re bixûn û bi hev re aram û rihet hest bikin."

Roja Înê, ajokarê otomobîlê dabû ser girseyeke qel a qelebalix ya bazarê Kirîsmesê li bajarê Magdeburg yê wîlayeta Sachsen-Anhalt, berpirsên wîlayetê yên nexwest bûn navê wan were eşkere kirin ji ajansa (AP) re ragihand bûn ku ajokar hatîye girtin.

Wezîra Navxwe ya Sachsen-Anhalt, Tamara Zieschang, ji rojnamevanan re got ku gumanbar diktorekî ji Erebistana Saûdî yê 50 salî ye ku cara yekem di sala 2006 de hatiye Almanyay.

Jêder: Reuters/AP

XS
SM
MD
LG