Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya Dibêje Amerîka jibo Piştgirîya Ukrayna Gaveke Girîng Avêtiye


Wezîra Derve ya Almanya Annalena Baerbock îro Duşemê got ku Amerîka bi piştgirîya nû ya leşkerî ya jibo Ukrayna biryareke girîng daye.

Du karbidestên Amerîkî û hin jêderên agahdar gotibû ku rêvebirîya Serok Joe Biden destûr daye Ukrayna ku êrîşan bibe ser kûrahîya axa Rûsya û çekên dûravêj yên Washingtonê bixebitîne.

Baerbock li Brukselê berî civîna wezîrên derve yên Yekîtîya Ewrupa (YE) dîyar kir ku biryara Washingtonê nîşan dide ku stratejîya dewletên Rojavayî ya jibo herêmê neguherîye.

‘’Biryara Amerîka, ku divê ez bibêjim ku ew ne jinûve fikirîn e lê pêşvebirina biryarên hevbendên din e, di vê demê de pir girîng e.’’

Dîplomata payebilind ya Alman Serokê Rûsya Vladimir Putin hişyar kir ku YE dijî Îranê, ku peywendîyên xwe yên leşkerî yên bi Moskowê re pêşve birine, hazirîya toleyên nû dike.

Baerbock bi berdewamî got ku ew ser piştgirîya dronan ya Çînê ya jibo Rûsya jî vekolînê dikin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG