Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Boksorê Navdar Muhammad Alî Îro bi Beşdarbûna Dehan Hezaran Tê Oxir Kirin


Muhammad Ali Memorial: A collage of Muhammad Ali images is displayed as a visitor is reflected in the glass while looking over a makeshift memorial to Ali at the Muhammad Ali Center Thursday, June 9, 2016, in Louisville, Kentucky.
Muhammad Ali Memorial: A collage of Muhammad Ali images is displayed as a visitor is reflected in the glass while looking over a makeshift memorial to Ali at the Muhammad Ali Center Thursday, June 9, 2016, in Louisville, Kentucky.

Bi deh hezaran kes li kolanên bajarê Louisville ya cîhê dayikbûna navdartirîn Amerikîyê Misilman dicivin ku xatir jî boksorê efsaneyî Muhammad Alî bixwazin.

Di nav kesên beşdar de şampîyonê berê yê boksê Lennox Lewis û aktor Will Smith jî heye ku bi rola xwe ya filmê Alî de bo Xelata Oscar hatibû berbijar kirin.

Merasîma îro sibehê çaverê ye dora 90 deqe li seranser bajarê Lousville berdewam bike û konvoya otomobîlan li ber cîhên girîng yên jîyana Alî derbaz bin. Wê konvoya Alî di dawîyê de were goristana Cave Hill Cemetery û li wê derê bi merasîmeke taybet were binax kirin.

Paşnîvro jî bernameyeke taybet ya bo televîzyonê were kirin û di demjimêr 2 de were weşandin. Serokê berl Bill Clinton û komedyen Billy Crystal wê axaftinan ser kesitî û serkeftinên Alî bikin. Crystal bi zarvekirina Alî navdar e ku pir caran Alî bi xwe jî ji taqlêtkirina Crystal kêfxweş dibû û pir dikenîya.

Di merasîma îro de şîretvanê serekî ya Qesra Sipî Valerie Jarrett jî nameya taybet ya Serok Barack Obama bixwîne ku jibo beşdarbûna derçûna keça xwe ya lîseyê nikare beşdarî merasîmê bike.

XS
SM
MD
LG