Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Albanya Dibêje 37 Afganên Din Giheştin Wî Welatî


Afganên ku giheştine Albanya (Tebax 30, 2021)
Afganên ku giheştine Albanya (Tebax 30, 2021)

Hikûmeta Albanya (Arnavutluk) îro Pêncşemê ragihand ku 37 Afganên ku ji Kabulê hatin derxistin, giheştin wî welatî.

Berdevkekî hikûmeta Albanî ji AP re got ku ew Afganî ji ser rêya Kîev a paytexta Ukrayna giheştin Albanya.

“Afganên ku hatine li nivîngeheke zanîngeheke li nêzî paytext Tîranê hatine bi cîh kirin, berî ku ji olerê werin vehuhastin,” heman jêder got.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Arnavutluk heta niha mêvandarîya 644 Afganan dike ku piranîya wan bi kindemî li otelan dimînin.

Hikûmeta Albanî gotibû ku ew dikare heta 4 hezar Afganan bihewîne, berî ku ew ji cîhên xwe yên mayînde re werin veguhastin.

XS
SM
MD
LG