Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamevanê Ukraynî Alandarenko Geşbîn E ku Şer Dernekeve


Serokê Ukrayna Zelenskiy û serokê Fransa Macron li Kîev kombûn
Serokê Ukrayna Zelenskiy û serokê Fransa Macron li Kîev kombûn

Hewildanên navnetewî bo rêgirtina li derketina şerekî li Ukrayna dom dikin. Ev hewildan di wî çaxî de ye ku Rûsya derdora 100,000 leşker li nêzîk sînorê Ukrayna kom kirine û gefa êrîş kirinê heye.

Serokê Fransa Emmanuel Macron bo vê mebestê roja Duşemê li Qesra Kremlinê hevdîtin bi serokê Rûsya Vladimir Putin encam dan, piştî civînê Macron gote rojnamevnana, civîna bi Putin re gihane armancê kû tekezbûye ku gûrbûna kirîzê çê nebe û roja Sêşemê serdana Kîev kir, li gel serokê Ukrayna Vlodymyr Zelensky pêkanîn.

Di heman demê de Şêwirmendê Almanya Olaf Scholz li Washington li gel serokê Amerîka Joe Biden kombûn pêkanîn û krîza li Ukrayna beşek giring yê civînê bû.

Derbarê serdana Macron û îhtîmala derketina şerekî heye yan na, û karîgeriya têkeliyên aborî yên welatên Ewrupa bi Rûsya re û hêvîyên rêgirtina li şerekî wêrankar, Dengê Amerîka hevdîtin bi rojnamevan Mykhailo Alandarenko re çêkir ku li paytext Kîev dimîne.

Derbarê pirsa Macron di hewildana xwe de çend serketî bû û daxwazên wî çi bûn?
Rojnamevan Alandarenko got. " Bi nerîna min Macron dixwaze Zelensky bi daxwazên Putin qayil bike, û bi çareseriyek naverast, ew jî ewe ku Putin daxwaz dike Ukrayna dest ji niyeta xwe ya endametiya NATO berde. Û Otonomiyek berfireh bide herêma Donbas li rojhilat. Lê Ukrayna welatek serbixweye û li gor yasaya navnetewî tev digere.

Derbarê daxwazên Rûsyayê ji Ukrayna û peyama ku bi rêya Macron ji desthilata Kîev re hatî şandin çiye û gelê Ukrayna helwestek çawan heye?

Alandarenko got " Macron hewil dide plana Putin bi serokê Ukrayna Zeleniskî bide qebûl kirin, lê ez di wê bawerê de me ku civaka medenî ya Ukraynî rê nade Zeleniskî. Jiber ku Zeleniskî kesek lawaze û nêzîkî Moskow ye. "

Derbaê îhtîmala derketina şerekî li wê herêmê, Mykhailo Alandarenko got " Ez nabînim ku şereke bibe, raste Putin kesek dîne(Şête), lê ew û derdora wî naxwazin her tiştî hinda bikin ."

Rojnamevan Alandarenko derbarê rewşa gelê Ukrayna û tirsa ji şerekî wêrankar got, " Tirs û sîbera şer heye, ev demeke sîbera şer li ser Ukrayna û gelê wê heye, jiber wê yekê gelê Ukraynî di nava tevgera xweparastina sivîl de ye "

Raporta Derbarê rewşa Ukrayna
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:34 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG