Zarokê Kurd Alan Şino Kurdî bi mirina xwe ya trajedîk hemû cîhan xist bin şokê de û kêşa penaberên Sûrî da ber çavê cîhanê.
Di vê hevpeyvîna taybet de xalê Alan, Abdulla Şino Kurdî hêstên xwe ligel guhdarên me parve dike.
Şîno ku jibo wergirtina termê Alan û birayê wî Galib û diya wan Reyhan li Bodrumê ye, dibêje ku bavê Alan tenê dixwaze ku li ber mezelê wan be û li kêleka wan bimire.
Abdullah Kurdî got, jiber ku xarzîyê wî nexweş bû, bavê wan dixwest wan jibo doktor bigehîne Almanya.
Kerem kin vê hevpeyvînê guhdar bikin