Wêneya termê zarokê Kurd Alan ewqas bandoreke xurt li ser cîhanê kir ku nêrîna gelek kesan ya hember penaberan diguhere û hîn dewletên Ewrupî jî hazirî dikin ku derîyên xwe ji irtir penaberan re vekin.
Alan Kurdî, kekê wî Galîb û dêya wî Reyhan îro Înê bi merasîmeke girseyî li Kobanê hatin binax kirin. Di merasîmê de rêvebirên Kantona Kobanê û parlamenterên HDP, CHP û nûnerên sazîyên civakî jî amade bûn.
Kerem kin li van wêneyên ji merasîma binaxkirina qurbanîyan binêrin ku Ajansa Hawar binêrin belav kirine