Operasyona Bagera Cizîrê ya rizgarkirina bakurê Dêrezorê berdewam dike. Di du xalên cûda ev sê roj sê êrîş cûda pêk hatin.
Di heman dema êrîşên DAIŞ'ê de rejîma Sûrî û hevalbendên wê êrîş anîn heman xalê.
Berdevka operasyonê Lîlwa Ebdulah ji VOA re agahîyên dawî yên şer eşkere kirin.
”Di roja Sêşem û Çarşemê de DAIŞ'ê êrîş bir gundê Hurîya û rawestgeha Cefer ya trenê kir ku li başûrê bajarokê Siwer dikeve. HSD'ê bersîv da û di encam de 11 çekdarên DAIŞê hatin kuştin, herwiha wesayîteke leşkerî û panzerek ket destê şervanên me.”
Ebdulah da zanîn ku ji dema ku HSD'ê qada El-Omar ya petrolê kontrol kirîye, hewilên rejîmê jibo derbasbûna zevî nesekinîne.
Li gor hin agahîyên nepiştrastkirî roja Sêşemê rejîmê hewil daye ku di rêya daketina bi firokan, zevîya Omar kontrol bike lê, HSD'ê hemî êrîşkar dîl girtine.
Rojnamevan Ciwan Teter bal dikşîne ku ji dema ku HSD'ê zevîya el-Omar rizgar kirîye rejîm û hevalbendên wê pir tengezar bûne.