Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Peyvajoya Derxistina Malbatên DAIŞ’ê yên Sûrî ji Kampa Holê Destpê Kir


Rêvebirîya kampa Holê, mehekê piştî pêşnîyara MSD’ê ya bo Rêvebirîya Xweser, dest bi tomarkirina malbatên DAIŞ’ê yên Sûrî kiriye ku ji wê kampê werin derxistin.

Li kampê 24 hez hemwelatîyên Sûrî hene û ji wan 11 hezar kes ji herêmên bakûrê rojhilata Sûrîyê ne û yên mayîn jî ji deverên bin kontrola rejîmê û çekdarên ser bi Tirkîyê ne.

Rêvebirîya Xweser dibêje ku biryar niha tenê jibo kesên ku ji herêmên bin kontrola wan in.

Rêvebirê ofîsa têkilîyan Cabir Mustefa dîyar kir ku dora 2100 kes ji kampê hatine derxistin û niha amadekarî heye ku ku 100 malbat anku 600 kesên din jî derkevin.

Li alîyekî din, kesitî û malbatên ji herêmên Heleb, Şam û deverên din yên Sûrîyê navên xwe tomar dikin ku ji kampê derkeivn.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku berî niha jî ser nifşan derketina ji kampê hebû, ew jî ser garantorîya şêxên êlên herêma Firatê dihat kirin.

Li gor hin çavdêran metirsî heye ku hin ji van malbatan hêzê bidin torên veşartî yên DAIŞ’ê, taybetî li herêma Firatê.

Tevî xeterîyan, Rêvebirîya Xweser dibêje ku karîna wan têr nake ku evqas hejmara mezin li kampê bihewînin.

Hêjayî bibîrxistinê ku heya niha nêzî 5000 kes bi garantîya şêxên herêma Firatê vegerîyan deverên xwe.

ZO_11_12_2020_Malbatan_DAIŞ_Hol
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:34 0:00

XS
SM
MD
LG