Roja Yekşemê 166 malbatên Daişê yên Îraqî ji kampa Holê ber ber Îraqê ve hatin derixstin.
Li gorî rêveberîya kampa Holê ev koma 5an e ku di vê salê de tê derxistin û ew ji 610 kesan pêk hat. Pirranîya wan jin û zarok in.
Cîhan Henan, rêvebira kampa Holê, ji Dengê Amerîka re eşkere kir ku, li gorî peymana di navbera Rêveberîya Xweser û Hikûmeta Îraqî de, dê mehane du kom werin derixstin.
"Heger rewşa ewlekarî alîjar be, emê du koman mehane ji kampê derxînin," Henan got.
Li gorî amarên Rêveberîya xweser, bi derxistina koma 5an ya malbatên Îraqî, li kampa Holê 37,044 kes, ji wan 14,485 Îraqî, li kampê man e.
Çavdêrên rewşa Daişê di wê bawerîyê de ne ku koalisyona navnetweyî ya şerê dijî Daişê û Rêveberîya Xweser fişrê li hikûmeta Îraqê dikin ku bilez hemwelatîyên xwe yên li kampên Roj û Hol vegerîn in.
Emced Kurdo, çavdêrê rewşa Daişê li Sûrîyê, dibêje ku biryara kurdên Sûrîyê ewe ku di nava vê salê de, kampa Holê ji malbatên Daişê yên Îraqî were valakirin.
"Ev dê bandorek erênî ser ewlekarîya kampê bike, û barê Rêveberîya Xweser sivik bike, ne xasim piştî biryara rawestandina piştîvanîya abûrî ji alîyê USAID ve," Kurdo got.
Li kampa Holê, zarokên ku temenên wan di navbera 12-17 salî de, bêtirî 12 hezaran in, û ew li gorî raporên koalisyonê bi hêsanî ji alîyê Daişê ve tên leşkerkirin.
Usama Sadûn, Îraqîyekî 18 salî ye û ji malbatên Daişê yên ku li kampa Holê dimîne ye. Ew ne di nava vê koma hatî derxistin de ye, lê ew kêfxweşe ji biryara valakirina kampê ji Îraqîyan.
" Gunehê min çi ye ku ez li vir bimînim. Dixwazim vegerim welatê xwe û jîyanek normal bijîm," Sadûn got.
Kampa Holê ku li rojhilatê Hesekê dikeve bi qasî 13 km dûrî sînorê Sûrîyê bi Îraqê re ye, û ji 2019an malbarên Daişê lê hatine bicîkirin.
Rêveberîya Xweser bi biryar e, heya dawîya vê salê kampê ji Sûrî û Îraqîyan vala bike.
Ji bo guhdarîkirina li raportê, fayla deng veke