Bi nêzîkbûna hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê yên Tirkîyê re nîqaşên partîya desthilatdar, Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) û Partîya Jinûve Refahê (YRP) mezintir dibin.
YRP, ku di hilbijartinên giştî yên Gulana 2023yan de bi AKP’ê re hevkarî kiribû, bi berbijarên xwe diçe hilbijartinên herêmî ku partîya desthilatê ser vê yekê nerazîbûna xwe radigihîne.
Herî dawî Cîgirê Serokê AKP’ê Efkan Ala got ku YRP’ê ji wan 100 bajarvanî xwestine û jiber wê hevkarî çênebûye.
Ala dîyar kir ku rêjeya dengên YRP’ê yên li Tirkîyê têra bidestxistina 100 bajarvanîyan nake.
Cîgirê Serokê YRP’ê Dogan Aydal jiber gotinên Ala bertek nîşan da û dîyar kir ku wan 100 bajarvanî nexwestiye.
Aydal dîyar kir ku YRP’ê gotiye ku ew şaredarîyên 4 bajaran û 35 bajarokan dixwazin.
Wî got ku AKP’ê li şûna bajarvanîyan, endamtîya meclîsa bajarvanîyan teklîk kiriye û wan jî ew pêşniyar red kiriye.
YRP bi sekna xwe konservatîf tê nas kirin ku pisporên sîyasetê dibêjin di hilbijartinên 31’ê Adarê de wê hilbijêrên ji AKP’ê dilşikestî dengên xwe jibo wê partîyê bidin.
Li gor kompanîyên anketan YRP’ê dengên xwe li bajarên wek Ruha, Bursa, Elezîzê bi awayekî berbiçav zêde dike.
Jêder: NTV