Rojnameya Duvar nivîsî ku danûstandinên Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) û Partîya Jinûve Refahê (YRP) yên jibo hevkarîyê di hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê de bi ser neketine.
Karbidestên AKP û YRP’ê do Duşemê derengîya şevê kom bûn.
YRP dîyar kiribû ku ewê li Enqere, Stenbol û Îzmîrê piştgirîya bide berbijarên AKP’ê û ew li hember vê piştgirîyê jî dixwaze ku AKP li hin bajarokan piştgirîyê bide berbijarên wan.
Duvar ragihand ku di hevdîtinê de rêvebirên AKP û YRP’ê li hev nekir.
Çaverê yê rêvebirên payabilind yên AKP û YRP’ê vê hefteyê cara dawî jibo danûstandinên ser hevkarîyê kom bibin.
Li parlamana Tirkîyê 5 kursîyên YRP’ê hene û wê di hilbijartênên serokomarîyê de piştgirî dabû Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan.
Jêder: Gazete Duvar