Berdevk û Cigîrê Serokê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) Omer Çelîk di kanala CNN Turkê de ser rojeva hilbijartinê axifî.
Çelik got ku ku ewê hilbijartin di 14’ê Gulanê de li dar xin, lê wî got ku ew ne hilbijartina pêşdem e.
‘’Serokomarê me bi destnîşankirina 14’ê Gulanê axaftina pêdivê kir. Kevir li şûna xwe rûniştin. Peyvajoya hilbijartinê wê di 10’ê Adarê de destpê bike.
Çelîk bi berdewamî got ku Tirkîye wê bi tecrubeyeke mezin, di aştî û aramîyê de here ser sindoqan.
Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di rojên borî de ser dema hilbijartinê 14’ê Gulanê destnîşan kiribû.
Erdogan hilbijartinên 14’ê Gulanê ya 1950’î bi bîr xistibû û gotibû ku ewê hilbijêr mîna wê çaxê careke din bêjin bes e êdî gotin ya milet e.
Jêder: Rojnameya Yenî Yaşam