Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Partîya Desthilatdar ya Tirkîyê Çima li Herêmên Erdhejê Ser Dikeve?


Erdheja Mereşe di 6’ê Rêşemîya 2023’yan de pêk hat li gor hejmarên resmî 50 hezar, li gor hin sazîyên sîvîl jî nêzîkî 200 hezar kes di vê erdhejê de mir û bêtirî 3 mîlyon kes jî bê xanî man.

Lê piştî erdehejê 3 meh şûnde, di 14 Gulanê 2023’yan de li Tirkîyê hilbijartinên parlementoyê û serokomarîyê hatin çêkirin.

Partîyên opozîsyonê li bendê bûn ku Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) wê li herêma erdhejê di girtina dengan de têk biçe.

Di hilbijartinan de nêrîna opozîsyonê ser neket û AKP hima hima di hemû bajarên erdhejê de wek partiya yekemîn derket.

Ev yek him di nav pisporên sîyasî, him jî yên civakî de gelek balkêş hate dîtin.

Lê di van rojan de jî lêkolînên ku li vê qada erdhejê tên çêkirin di dengê AKP’ê ti kêmbûnê dîyar nakin.

Zanyarê Sîyasî Tanju Tosun sedema vê yekê ji Dengê Amerîka re şîrove kir. Tosûn radigîhîne ku li ber kêmanîyên desthilatê partîyên opozîsyonê nikarin sîyaseteke dîtbar durist bikin, ev yek jî di dengê AKP’ê de gorankarî çênake.

“Jibo hilbijêran endam û sozên partîya pir girînge. Bi taybet piştî erdhejê avahîyên ku hatin çêkirin qet bersîva pêdivîyên mexdûrê erdhejê nade. Di be ku ev yek di bijartina hilbijêran de kêmek bandor vede, lê em dibînin ku AKP hêjî li van deveran partîya herî bi hêz e.”

Tosûn sedama vê hêzbûna AKP’ê bi girêdana ji dil ya hêlbijêran dîyar dike û vê yekê jî wek civakzanîya Tirkîyê pênase dike û dibêj:

“Ev yek jî dîyar dike ku alîgirên AKP’ê çi dibe bila bibe jê venaqetin. Di qadên erhejê de jî pirên hilbijêran netewqerwer, oldar û kevneparêzin. Bingeha AKP’ê jî li ser vana hatîye damezirandin û ew jî zu bi zû venaqetin.”

Erdhejê li ser aborîya heremê jî bandoreke gelek xirab veda. Analîstê sîyasî Îbrahîm Uslu radigîhîne ku bêkarî û xizanî li vê heremê xwe zêde dîyar kirîye û li ber vî jî ew dixwazin xwe ji desthilatîye veneqetînin. Uslu got:

“Ewan di erdhejê de her tiştên xwe winad kirin. Pêwîstîya wan li lênêrînê heye, di vî warî de jî dewlet wek qada lênêrînê dîyar dibe. Ev bivê nevê girêdaneke jî pêk tîne. Li her derî jî wisaye, piştî karasetên mezin hilbijêr xwe nêzîkî desthilatîyê dibînin û dengê xwe didin desthilatîyê.”

Uslu dide zanîn ku di vê hilbijartinên şaredarîyê de jî di dilxwazî û dengdana hilbijêran de zêde gorankarî çênebe.

XS
SM
MD
LG