Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêvebirekî AKP'ê Dibêje Wê Erkdarkirina Qayuman Bidome


Cîgirê Serokê Koma Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) Abdullah Guler ser qayumên dest danîne ser bajarvanîyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetî axifî.

Guler ser wan bajarvanîyan, ku di destê Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) de bûn, got, bajarvanîyên ne cîhên sûcan in.

‘’Bajarvanî ne qadên azadîyê ne ku hin kes rabin li wan cîhan sûcan bikin. Ger sûc hebe, ceza hebe û lêpirsîn j hebe Wezareta Navxweyî wê li gor xala 127’an ya Qanûna Bingehîn tevbigere.’’

Wî got ku erkdarkirina qayuman berê jî hebû û ewê bi hiqûqê di demên pêş de jî bidomin.

Erkdarkirina qayumên jibo bajarvanîyên li herêma Kurdên Tirkîyê di vê demê de tê ku di rojeva welêt de hêvîya proseseke nû ya aştîya Kurdan û Tirkan hebû.

Rojev meha borî bi gotinên Serokê Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) Devlet Bahçelî, ku hevbendê AKP’ê ye, gur bûbû.

Bahçelî bang li Serokê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) kiribû ku li komcivîna DEM Partî dawî li rêxistinê bîne û rêkên danûstandinê û aştîyê pêşve bibe.

Jêder: Gazete Duvar

XS
SM
MD
LG