Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gelo Erdogan û Bahçelî Hevkarîyeke bi DEM Partî re Dixwazin?


Piştî Serokê Giştî yê Partîya Tevgera Netewperwer (MHP) Dewlet Bahçelî, Serokê Giştî yê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, jibo hevkarîyê bangî Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) kir.

Erdogan gotibû ku ew dixwazin di sala nû ya qanûndanînê de axaftineke cuda di sîyasetê de were dîtin.

"Em di wê bawerîyê de ne ku pêdivîya me zêdetir bi lihevkirinekê heye. Em ji dîyalogê jibo miletê xwe dûr nakevin. Ez gotinên serokê MHP’ê Bahçelî di cî de dibînim. Jibo biratîya 85 mîlyon kesan pir watedar e. Em hêvî dikin ku ev destê ku me dirêj kirîye were girtin.”

Baçelî di 1 Cotmehê de li meclîsê destê Hevserokê Giştî yê DEM Partî Tuncel Bakirhan girtibû û gotibû pêdivî bi aştîyê heye.

Roja Sêşemê jî li meclîsê di civîna grupê de Bahçelî di axaftina xwe de got, “Destê ku ez dirêjî DEM Partî dikim, nîşaneya dilpakîyê ye û bangeke ku DEM Partî bibe partîya Tirkîyê ye.”

Ev bûyerên ku di hêla Hevpeymanîya Gel de diqewimîn di nav sîyasetvan, rewşenbîr, zanyarên sîyasî, medyaya û gelê Tirkîyê û gelê Kurd de bi baldarî tê şopandin û nîqaş kirin.

Li gor şîroveyên ku tên kirin sedema van daxuyanîyên desthilatîyê di sê xalan de xuya dibin:

Tê gotin ku dewleta Tirkîyê agahdar bûye ku Amerîka û Îsraîl dixwaze Kurdistaneke serbixwe demezirîne, li hemberî vê desthilat jî dixwaze sîyasete Kurd rakêşe hêla xwe û vê hewildana Amerîkayê pûç bike.

Tê ragihandin ku Erdogan êdî nikare were hilbijartin û dixwaze ku makezagoneke nû pêk bîne, jiber vê jî dixwaze DEM Partîyê rakêşe hêla xwe û carake din bibe serokkomar.

Tê gotin ku Erdogan bi vê hewildanê dixwaze DEM Partî ji opozîsyonê anku CHP’ê dur bixîne û hêza opozîsyonê parçe bike û bi xwe jî ser bikeve.

Yek ji wan kesên ku destê Dewlet Bahçelî girtîbû, parlamanterê DEM Partî Sirri Sakik bû. Sakik ev bûyerên heyî ji Dengê Amerîka re wiha nîrxand.

“Em vê yekê wek vekirina rêya dîyalogê nikarin bibînin, heke tiştekî wisa hebe jî ew gelek dereng ketine. Jibo ku bi rêya aştîyane çereser bibe me gelek sal têkoşîn da. Em serdana Bahçelî ya koma xwe erênî dibînin. Em jî dibêjin, em amade ne. Ana aktorekî sîyasî û pir girîng birêz Ocalan bi salane di girtîgeha Îmralîyê de ye. Pêwîste demildest Ocalan were berdan û rêya dîyalog jî were vekirinê.”

Zanyarê Sîyasî Emrah Gulsunar, li ser rewşa bûyerên Rojhilata Navîn rawestîya û helwesta desthilatîyê jî di vê çarçoveyê de dîyar kir û nêrîna xwe ji Dengê Amerîka re wiha dîyar kir.

“Ez nafikirim ku ev tenê jiber dînamîkên navxweyî ye; şerê Îran û Îsraîlê di sala dawî de û hevsengîyên jeopolîtîk yên li Rojavayê Asyayê dibe ku bandorker be. Serkeftina Trump di serokatîya Amerîkayê de dikare hevsengîyên li herêmê biguherîne. Ez texmîn dikim ku Tirkîyê difikire ku Kurdan li alîyê xwe bigire. Dîyare ku Erdogan û Bahçelî biryareke stratejîk dane.”

Zanyarê Sîyasî Onur Erîm jî ji Dengê Amerîka re ragihand ku gotinê Bahçelî û Erdogan bi bûyerên herêmê girêdayî ne.

“Ez difikirim ku birêz Bahçelî tevgereke pir wêrek kir, nemaze dema mirov li kevneşopîya wî ya sîyasî dinêre vîya dibîne. Herêm di nav hawirdoreke agir de ye. Xirabtirîn tişt ew e ku li nav welatê me yektî û hevgirtin rabe û welat parçe bibe."

Erîm got ku Bahçelî bi awayekî wêrekî destê xwe dirêjî DEM Partî kir ku vê xeterîya parçebûnê ji holê rake.

Dîrektorê Navenda Lêkolînên Kurd Reha Ruhavîoglu jî ji Dengê Amerîka re got:

“Di salên 2011’an de di nav dewletên Ereban de hin tevger destpê kiribûn û Tirkîyê jî tedbîrek da pêşîya xwe û bi Kurdan re dest bi pêvajoya aştîyê kiribû. Îro bûyerên Rojhilata Navîn bandor li pozîsyona Tirkîyê dike. Erdogan û Bahçelî jî dixwazin ku Kurdan bikşînin alîyê xwe û dibe ku di sîyaseta derve de tevbigerin û pirsgirêkên hindurîn jî bê deng bikin."

Ruhavîoglu dîyar kir ku dewlet jibo serketina armanca xwe dibe ku hevdîtinek bi Ocalan re jî pêk anîbe.

"Lê, bi nêrîna min ev nayê wateya çareserkirina pirsgirêka Kurd ya mayînde.”

Hêjayî balkişandinê ye ku Kurd li hemberî daxwazên desthilatîyê bi fikar in. Ew radigîhînin ku di damezirandina Tirkîyê de jî Kurdan alîkarî dabû Tirkîyê, lê piştî ku Peymana Lozanê hatibû îmza kirin, Tirkîyê Kurd înkar kiribû û ew tune hesibandibûn. Kurd radigîhinin ku ew careke din naxwazin ku têkevin nav vê dahfikê.

ED_10_10_2024_AKP_MHP_DEM Parti
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:35 0:00
XS
SM
MD
LG