Serokê Koma Parlamanê ya Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) Abdullah Guler ser planên hilbijartinên herêmî yên 2024’an peyivî.
Guler dîyar kir ku li gor plana tîma wan ya stratejîyê ewê heta sersalê berbijarên hilbijartinên herêmî eşkere bikin.
‘’Em niha li 81 bajar û 922 bajarokên Tirkîyê bi awayekî baş ser hilbijartinên herêmî dixebitin’’
Wî got ku ew hewil didin ku kêmahîyên xwe temam bikin û li gor rexneyan jî tevbigerin.
Karbidestê AKP’ê dîyar kir ku ewê heta sersalê hem planên xwe yên jibo bajaran hem jî berbijarên xwe ragihînin.
Bajarvanê Stenbolê Ekrem Îmamoglu, ku li Tirkîyê yek ji navên li pêş yên opozîsyonê ye, di rojên borî de nîşan dabû ku ewê jibo wî bajarî careke din bibe berbijar.
Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan dîyar dike ku Stenbol niha emanet di destê CHP’ê de ye û dibêje ewê li wî bajarê jinûve bi ser kevin.
Xêncî Stenbolê, Enqere ya paytexta Tirkîyê jî di destê opozîsyonê de ye.
Jêder: Gazete Duvar