Endamekî AKP dibêje, azadkirina Qeşeyê Amerîkî Andrew Brunson heza xelkê bû li Tirkiyê û karîgerîya wê erênî bû li ser aboriyê Tirkiyê û saykojîka xelkê hebû. Muhemed Amîn Akar, serokê şaxê Diyarbakir, Amedê yê AKP, partiya desthelatdar li Tirkiyê gote Dengê Amerîka-VOA kû raya giştiya Tirkiyê naxwaze nêvbera Tirkiyê û Amerîka de kêşe hebin.
Birêz Akar got, ez bawer nakim çi bazar di nêvbera Amerîka û Tirkiyê de hebe jibo azadkirina Andrew Brunson, belkû ew li gora piroseyê hiqûqê hat berdan.