Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amnesty, Rûsyayê bi Kuştina Sîvîlan li Sûrîyê Sûcdar Dike


Lêxweşbûna Navnetewî (Amnesty International) îro Çarşemê di raportekê de êrîşên esmanî yên Rûsî rexne dike ku li Hums, Îdlib û Helebê herî kêm 200 sîvîl kuştine.

Lêxweşbûna Navnetewî dîyar kir ku êrîşên esmanî yên Rûsî xanî û nexweşxane kirin armanc û vekolîna wan nîşan da ku li nêzîkî cîhên lêxistî çekdar yan armancên leşkerî tunebûn.

Dîrektorê Amnesty yê Programa Rojhilata Navîn û Afrîqaya Bakur Philip Luther got ku hin êrîşên esmanî yên Rûsî rastxwe sîvîlan û malan wan hedef girtine û li wan deran avahîyên leşkerî tunebûn.”

Lêxweşbûna Navnetewî herwiha da zanîn ku di destê wê de delîl hene ku Rûsya bombeyên qedexekirî kar anîne, lê heta niha Moskow bersvîa raporta Amnesty nedaye.

XS
SM
MD
LG