Enstîtuya saxlemîya giştî ya Norwêcê (FHI) ragihand ku Hişberîya Çêkirî (AI) dikare jinên ku di bin xeterîya pêketina penceşêra pêsîrê de ne berîya çend salan destnîşan bike.
Li Norwecê jibo 14 salan,di navbera 2004 û 2018’an de jibo kompanîyek bazirganî ya AI’yê, ser pencera pêsîrê ya jinan, lêkolînek hatiye kirin.
Bi giştî 116 hezar û 475 jinên ji nîjad, temên, pol û civakên cuda beşdarî wê lêkolînê bûne û mamografîyên wan hatine kişandin ku wek pêzanîn werin berhev kirin û lêkolîn kirin.
Destûr hat dayîn ku pênc lêkolînerên ji FHI, Zanîngehên California û Washington, ser wan mamografîyên 116 hezar û 475 jinan bi karanîna AI lêkolîn û nirxandinên zanîstî bikin.
Bi giştî 1607 ji wan jinan bi penceşêra pêsîrê ketine.
Di lêkolînê de hat dîtin ku 4-6 sal berîya destnîşan kirina doktoran, AI’yê karibûye ku pêşbînî bike, ku kîjan jin rûbirûyê penceşêra pêsîrê ne û heya bizanibe ku kîjan pêsîr di xeterîyê de ye.
Solveig Hofvind seroktîya bernameya pênasekirinê û projeya AI’yê dike.
Hofvind dîyar dike ku "pêsîra ku tê de penceşêr çê dibe, xwedî puanek AI ye ku ji pêsîra din du qat bilindtir e."
"Lêkolîn destnîşan dike ku algorîtmayên AI yên ku jixwe niha bi bazirganî berdest in, dikarin werin bikar anîn da ku bernameyên pênasekirina kesanetir pêşve werin birin," wê got.
FHI dîyar kir ku dibe AI jibo pênasekirina zû ya penceşêra pêsîrê were bi kar anîn, da ku lêçûn werin kêm kirin û gihîştina kesên di xeterîya vê nexweşîyê de baştir bibe.
Lêkolîn di Journal of the American Medical Association Network de hat weşandin, ku koleksîyonek e kovarên bijîşkî yên herî girîng amade dike.
FHI herwiha sala borî jî projeyek ku 140 heazar jin beşdar dibin da destpê kirin, bi armanca ku dîyar bike di destnîşankirina bûyerên penceşêrê de ,ka AI dikare qasî radyologan, yan jî ji wan çêtir be.
Li gor Rêxistina Saxlemîyê ya Cîhanê yan WHO, di 2022’an de 670 hezar jin ji ber penceşêra pêsîrê mirine, ku li piranîya welatan de cureya herî gelemperî ya penceşêrê ye ku di nav jinan de tê dîtin.
Jêder: AFP