Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ahmet Turk Rojeva Hilbijartinê ya Tirkîyê Dinirxîne


Siyasetvanê Kurd yê navdar Ahmet Turk îro Pêncşemê got ku di helwesta şeş partîyên opozisyona Tirkîyê de hember pirgirêka Kurd dibe ku astengî derkevin.

“Rastî di hişê me de gelek problem hene. Ev şeş partî dê di warê pirsgirêka Kurd de ewên bi hev re çawa gav bavêjin, li gorî texmîna min dê astengî derkevin. Em hêvî dikin astengî nebin, lê gava em li vê mêzê dinhêrin di warê îdeolojîk û sîyasî de pirsgirêk hene. Daxwazîya tevahîya gel, bi taybet jî daxwazîya gelê Kurd cîbicîkirin zehmet dixwûye,” Turk ji Dengê Amerîka re dîyar kir.

Jibo nîqaşkirina stratejî û îtifaqan li navenda Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) civîna Hevpeymanîya Azadî û Kedê hate lidarxistin.

Piştî civînê daxuyanîyeke nivîskî hate belavkirin, tê de hate dîyarkirin ku ewê di demeke nêzîk de civîneke çapemenîyê durist bikin.

Di daxuyanîyê de wiha hate nivîsîn:

“Me li ser berendamtîya serokomarîyê gengeşîyeke berfireh birêvabir. Piştî erdhejê me jibo berendamtîya serokomarîyê biryara nû girt. Biryareke me ya hevpar pêk hat û ewî jî emê rojên pêşîya me de bi civîneke çapemenîyê eşkere bikin.”

HDP dixwaze wek yek lîste bi Hevpeymanîya Azadî û Kedê re têkev hilbijartinê lê hin endamên vê hevpeymanê dijî vê yekê derdikevin.

Li ser van nakokîyan sîyasetmevan Ahmet Turk û Sirri Sakik jî hat navenda HDP’ê û ji bo van çareserkirina pirsgirêkan bi endamên Hevpeymanîya Azadî û Kedê re hevdîtin çêkirin.

Piştî civînê Ahmet Turk li ser girtina HDP’ê, piştgirî dayîn an jî nedayîna Kemal Kiliçdaroglu û di meclîsê de çareserkirina pirsgirêka Kurd pirsên Dengê Amerîkayê bersîvand.

Berendamê Hevpeymana Neteweyî Kemal Kiliçdarolg wê di 18 vê mehê de serdana HDP’ê bike. Ahmet Turk vê serdanê girîn dibîne:

“HDP dengê 7 mîlyon kesî digre. Serdana Kemal Kiliçdaroglu jî tiştekî normale. Her kes baş dizane ku heke Kiliçdaroglu serdana HDP’ê neke wê rastî gelek astengî û alozîyan were.”

Ahmed Turk, her çiqas serdana Kilaçdaroglu erênî dîyar bike jî lê rexnê wî di warê çareserkirina pirsgirêka Kurd de li ser Mêza Şeşqolî heye. Turk radigîhîne ku heke Mêza Şeşqolî bibe desthilat jî di warê çareserkirina pirsgirêka Kurd de astengî wê pêk werin.

Turk li ser girtina HDP’ê jî rawestîya û amaje kir ku sîyaseta Kurd di nav dîrokê de rastî gelek astengîya hat û pirê vana jî berteref kir. Turk da dîyarkirin ku gelê Kurd bi rêxistinî ye, ew li hemberî hemû kêşeyan dikare ji xwe re rêyeke din bibîne û serkeftî bibe.

ED_03_16_2023_Ahmet_Turk
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:35 0:00
XS
SM
MD
LG