Şopandin û ragihandina nûçe û bûyerên li Efrînê diqewimin jibo rojnamevanên herêmê bûye astengîyeke mezin.
Piştî desteserkirina artêşa Tirk û komên Îslamî ji Efrînê re, rêgir û qedexeyên li hember xwegihandina çavkanî û agahîyan zêde bûne.
Rojnamevanên li Efrînê dixebitîn ku wek şênîyên wir neçarî ji herêma derketine, rewşa heyî li Efrînê û nebûna derfeta şopandina bûyerên lê diqewimin, dinirxînin.
Yek ji rojnamevanên Efrînî Roj Mûsa ye ku dibêje di rewşa dagîrkirinê de û ji ber gefên li dijî rojnamevanan, ne pêkan e ku ew bikanibin karê xwe bi zelalî bikin.
“Hîn têkilîyên me bi çavkanîyên li hindurê Efrînê re hene, lê ew newêrin bi rehetî agahîyan bidin çapemenîyê. Serdestên Tirk li Efrînê her tişt kirine bin çavan, ti kes nikare bi eşkereyî wêne, dîmen û agahîyan parve bike, çimkî alav û sînyalên pegihandinê di bin kontrola wan de ne.”
Rojnamevan Mizgîn Gorsê jî dîyar dike ku piştî ew neçar bûn ji Efrînê derkevin, ew bi qasî derfetên heyî hewil didin ku xwe bigehînin bûyerên ku li Efrînê diqewimin.
“Tirkîye bi kiryarên xwe li dijî ragihandinê û bi zêdegavîyên xwe, guhertina demografîk li herêmê çêdike. Emê li ser rêya şopandina bûyerên li Efrînê diqewimin bimînin da ku rastîyê bi raya giştî re parve bikin. Di rojeva me de ronkirina kuştinkarî, dizî, talan û revandin hene ku Tirkîye û komên îslamî li ser sîvîlên Efrînî dimeşînin.”
Hêjayî gotinê ye ku di dema dawî de jimareke alîyên hiqûqî û rojnamegerî yên Kurd hewil didin kiryarên artêşa Tirk û komên îslamî li ser Efrînê û gelê wê, belge bikin.