Êrîş û topbarana artêşa Tirk ya dijî Herêma Efrînê, herî zêde bandorên neyênî li ser zarokan kiriye û heta niha 26 zarok jîyana xwe ji dest dane û 40 jî birîndar bûne.
Vê gavê 300 xwendingehên li herêma Efrînê derîyên xwe girtine û pirtir ji 40 hezar xwendekar ji fêrbûna xwe bêpar mane.
Desteya Perwerdê, jiber topbarana Tirk ya ser dibistanan û metirsîya li ser jîyana zarokan, destpêkirina werzê duyê ji sala xwendinê paş xist.