Efrînîyên penaber ji cîh û warên xwe dûr, girêdan û hesreta bo welatê xwe, bi navan dîyar dikin û navê Avrîn yan Efrîn li zarokên nûhatî dikin.
Li gund û kampên herêma Şehba, di nav heft mehên dûrketina ji Efrînê de, pirtir ji 70 zarokên nû hatine dinê ku navê Avrîn yan Efrîn li wan hatine kirin.
Dê û bav rengînîya Efrînê û rindikbûna wê li ber çavan dibînin, loma ew qîzên xwe bi navê Avrîn nav dikin û hêvîya wan e ku zarokên xwe li ser cîh û warên dîrokî gir bikin.
Şêrvan Elî, ku berî 28 rojan qîzeke wî hate dinê, navê Avrîn li keça xwe kiriye.
“Gava keça min mezin bibe, ezê jêre li ser van rojana deng kim. Helbet emê vegerin bajarê xwe û ezê hîngê tiştên ku hatine serê Efrînê ji qîza xwe re hewl dim çima min navê wê kir Avrîn.”
Şerîvan Oso jî dibêje ku di dema êrîşa ser Efrînê de ew ducanî bû û piştî koçberîya wan ji herêmê, keçikek wê çêbû û wê navê Avrîn li qîza xwe kir.
“Efrîn tim di bîra me de ye, loma gava ez li keça xwe mêze dikim, yan navê wê bi lêv dikim, xweza û rindikbûna Efrînê tê ber çavên min. Di keçika xwe de ez welatê xwe dibînin”.
Efrînîyên derbider dîkan û projeyên pê debara jîyana xwe dikin jî, bi peyîva Efrîn navnîşan dikin, ku hêvîya wan vegera axa bav û kalan e.
Etûf Ebdo ku navê dîkana xwe kiriye Efrîn, dibêje ku ew bi herêma xwe ve girêdayî ne û hêvîya wan vegera Efrînê ye.”
Ebdo bal dikşîne ku bi heman navê gelek dîkanên din hatine vekirin û ew girêdana gel ya bi axa bav û kalan nîşan dide.
Hêjayî bi bîrxistinê ye ku nêzî 150 hezar Efrînî li herêma Şehba bûne penaber, piştî ku ew jiber operasyonên artêşa Tirk û komên tundrê, neçar man ku herêma Çîyayê Kurmênc bihêlin.