Piştî ketina rejîma Beşar Asad li Şamê, derîyên gelek girtîgehan li seranserî Sûrîyê hatin vekirin, lê çalakvanên Kurd dibêjin ku hîn jî pir Efrînî di zindanên komên çekdar de girtî mane û çarenivîsa gelakan nedîyar e.
Mewlîde dayîkeke Efrînî ye dibêje ku kurê wê Cîhad Mihemed ji sala 2018'an de hinda ye, wê pir hewil daye zanibe ku ew li kuderê hatiye desteser kirin lê ti gahî li ser wî nehatiye zanîn.
Mewlîde ku li benda agahîyekê ye li dor lawê xwe bi rêya Dengê Amerîka vê bangewazîyê dike.
"Tenê ew lawekî min heye, ne xwîşk û ne jî bira, bavê wî çûye ser dilovanîya Xwedê û niha ez bi tenê mame. Hûn kanbin agahîyekê ji lawê min ji min re bînin, kesek nabêje li filan hebsê ye yan li filan derê ye, ti kes tiştekî ji me re nabêje. Ez dixazim dengê lawê xwe bibhîsim, derketina wî dixwazim, ev bû heft sal, ma wî çi kiribû ku xistine bin zilmê."
Çend roj berê Hikûmeta Demkî ya girêdayî Hemahengîya Sûrî (Etîlaf), biryareke efûyê jibo girtîyên di zindanên herêmên bin destê komên çekdar de anku Efrîn û gundewarên Helebê derxistibû.
Di vê derbarê de rêvebira Rêxistina Lêlûn ya Qurbanîyan Lonjîn Ebdo dîyar dike ku hejmarek ji girtîyên Kurd ji hin zindanên li Efrînê bi wê efûyê derketine, lê hîn jî pir girtî li zindanên li hindur herêmê û derveyî wê weke Hiwar Kilis girtî mane.
"Her komeke çekdar zindaneke wê heye, di van zindanan de pir tiştên xirab tên kirin, êşkence tê kirin û pir girtî tê de hatin kuştin, herwiha jin û zarok jî tê de hene. Erê hin girtî derketin lê pirên din hîn hinda ne, em tiştekî ser çarenivîsa wan nizanin. Tevî biryara efûyê ku wan derxistine lê biryarê pir girtî nav xwe de negirt û ta niha baş nehatiye bicîh anîn," Ebdo got.
Li gor hin raportên hiqûqî, piştî belavbûna nûçeya ketina rejîmê tevlihevî li zindana El-Raî ku di bin destê çekdarên "Artêşa Netewî" de ye çêbibû û bi dehan girtîyên ku li wir desteserkirî bûn kanîbûne derîyên zindanan bişkînin û birevin ku hinek ji wan Efrînî ne û di nav de jin jî hene.
Lê çalakvanê mafên mirov Îbrahîm Şêxo îdîa dike ku kesek ji wan negihaştiye cem xwedîyên xwe û çarenivîsa wan hîn nedîyar e.
Şêxo herwiha balê dikşîne ku kesên bi biryara efûyê ya Hikûmeta Demkî ji zindanan derketine hindik in û li beramberî wan pir derbiderên Efrînî yên li Şehba bûn û vegerîne Efrînê hatine girtin.
"Ne kêmtir ji 300 kesên vegerîne hatine girtin û revandin, polîsên leşkerî û komên çekdar wan desteser dikin. Herwiha efûya ku li Efrînê derket tenê jibo sûcên sivik bû, nêzî 350 kes hatin berdan, piranî Ereb derketin û Kurd hindik bûn. Li hember vê yekê welatîyên Efrînê li pêş girtîgehên Maratê û ya polîsên leşkerî ev du rojin kom dibin jibo berdana zarokên wan yên girtî lê mixabin wan bernadin," Şêxo got.
Derbarê îdîayên ku pir girtî nehatine berdan tevî biryara efûyê, herwiha desteserkirina kesên vedigerin, me xwest helwesta Hikûmeta Demkî zanibin, lê ta amadekirina vê raportê wan bersive pirsên Dengê Amerîka nedaye.
Cîhê bîrxistinê ye ku hin raportên sazîyên mafên mirov dîyar dikin ku komên çekdar yên (Artêşa Niştimanî) ji sala 2018'an de bi hezaran Efrînî girtine û revandine.
Ew li dehan zindanên komên çekdar tên desteser kirin û pirên din hindayî ne, herwiha hinek ji girtîyan jibo Tirkîyê hatine derbaz kirin, loma gelek malbatên wan li benda agahîyekê dor çarenivîsa wan in.