Di 28'ê Rêbendana 2018'an de, artêşa Tirk bi balafirên şer cihê dîrokî yê Eyndarê li Efrînê bombebaran kir û gelek şûnwarên kevnar yên wê derê rûxandin.
Piştî 5 salan ji vê êrîşê, şûnwarên Eyndarê weke perestgeha wê, mozexane, peyker û antîkayên lêbûn, rastî têkbirin û dizînê hatine, ku serdestên Tirk û komên çekdar yên pêre, bi destdirêjî tên tewanbar kirin.
Di salvegera armanckirina Eyndarê de, dîroknas û arkologîst Zekerîya Huserî, di hevpeyvîneke taybet bi Dengê Amerîka re li ser şûnwarên Eyndarê û çarenivîsa wan axivî.
Huserî bi bîr xist ku, êrîşa balafiran rasterast li ser beşê navend ji girê Eyndarê û alîyê başûr rojhilata perestgehê û derîyê wê hatibû kirin, ku hemû peyker û parçeşûnwarên li wirê hebûn, hatin rûxandin.
“Bi giştî, ji sedî 40 şûnwarên gir û perestgehê hatin têkbirin û li hin cihan jî, ji sedî 100 hatin rûxandin, hola pîroz, peykerên xwedewandan û yên laşên ajalan ku bi serîyên in mirovan, herwiha yên şêran, li cihê hate bombebaran kirin bûn, ew bi temamî herifîn”.
Huserî dîyar kir ku, piştî bombebarana balafirên şer ku di encamê de beşeke mezin ji şûnwaran hate herifandin, qonaxa duduyê destpê kir, ku komên çekdar bi çavdêrîya Tirkîyê, bi alavên giran weke bildozer û treksan girê Eyndarê kolandin û parçeşûnwar derxistin û dizîn.
Herwiha piştî bombebaranê û dizînê, qonaxa sisêyê destpê kir, ku komên çekdar perestgeh veguherandin navendeke leşkerî û peykerên mayî kirine armanca fêrbûn û rahênana leşkerî, ku mermî lê dihatin avêtin.
Huserî ku çend pirtûk li ser dîroka Efrînê nivîsandine, da xuya kirin ku mebesta dagîrkeran ji van kiryaran, ne tenê tunekirina rola Kurdan li herêmê bû, lê têkbirina dîrok, şûnwar û nasnameya herêmê ye jî.
“Planeke hazirkirî hebû jibo têkbirina perestgeha Eyndarê û şûnwarên wê, ku berçav bombebaran kirin, piştre bi alavên giran kolandin û şûnwarên mezin hatin derxistin û dizîn, antîka û parçeşûnwar jibo derve sînor hatine şandin û derbazî bazara cîhanî yan şûnwaran bûn”.
Li ser vê hizra xwe, Huserî şîroveya xwe wiha dewam kir: “Her asteke axê li vê devera şûnwarî, paşmaya serdemeke şaristanî ye, gava bi bombeyan tê armanc kirin, herwiha bi treks û bildozeran tê kolandin, mebest ne tenê dizîn e, lê paşeroja van şûnwaran têk diçe, nema lêkolîn li ser çêdibin, ev kriyar didin xuya kirin ku alîyên bihêz di vê planê de cih digrin”.
Huserî dîyar kir ku, li kêleka girê Eyndarê du mozexane jî hebûn, ku hemû antîka û parçeşûnwarên di wir de jî, hatin dizîn.
“Li mozaxaneya yekê parçeşûnwarên Eyndarê bixwe hebûn û li mozaxaneya duduyê parçeşûnwarên Şikefta Duderîyê (cihekî pir kevnar e vedigere 100 – 350 hezar salên berî zayînê) hebûn, ev her du mozexane hatin têk birin û parçeşûnwarên di wan de hatin şikandin û dizîn, tiştek ji wan nema”.
Hêjayî gotinê ye ku, Eyndarê deverke şûnwarî girîng e, li ser kenara çemê Efrînê ye û 6 km li başûrê bajar dikeve, ji salên 50'î di sedsala 20'an de lêgerîn û lêkolînên arkologîk ji alîyê şûnwarzanên Sûrî û biyanî ve lê hatine kirin.
Li ser girîngîya Eyndarê ku, ji 6 hezar sal de merov lê niştecîh bûye, arkologîst Huserî ku diploma şûnwarzanîyê pêre ye û beşdarî şandên arkologîk bûye, agahî parve kirin, wî ev girîngî bi çar xalan şîrove kir.
Yek, Astên şûnwarî yên kevn li Eyendarê vedigerin serdema kevirîn ya nû (Neolithic), herwiha astên şûnwarî yên nû vedigerin sedsala 14'an berî zayînê.
Dudu, Eyndarê cihekî taybet bi perestina Xwedawendê Rokê bû, herwiha lêkolîn dîyar dikin ku şûnwarên wê vedigerin destpêka serdema Horî – Mîtanî.
Sisê, Peykereke girîng ya Xwedawend Eştar li Eyndarê hate dîtin, ku vedigere gelên çiyayî, anku gelê Zagrosan.
Çar, Hin lêkolîn û arkologîst jî dîyar dikin ku avakirina peykerê pêxember Hz. Suleyman li ser şêwazê endezyarî yê perestgeha Eyndarê bûye, ku pênaseya wê di (Torah) de hatiye ziman.
Hêjayî bi bîr xistinê ye ku, li gor belgekirina sazîyên hiqûqî û arkologîstan, Eyndarê yek ji 122 cihên şûnwarî ye li Efrînê ku rastî êrîşan hetiye, herwiha destdirêjî û talankirin li ser hatine kirin.
Huserî derbara pirsyarîya ji ber van sûcan, got ku: “Di asta yekê de pirsyarî dikeve stûyê Tirkîyê weke welatekî dagîrker li Efrînê, ku divê cihên şûnwarî biparêze, lê tersî vê yekê, binpêkirinên ku derheqê şûnwaran de tên kirin bi plana wê ne, ku bê erêkirina serdestên Tirk komên çekdar nikarên deverên dîrokî bikolin û parçeşûnwarên tê de derxin û bidizin”.
Herwiha Huserî pirsayarî xiste ser milê hikûmeta Sûrî, ku helwesta wê lawaz bû û nebûye bersiv li hember tişta hatiye serê şûnwarên Efrînê û di nav de Eyndarê, ku tenê daxuyanîyek dabû.
“Her çiqas me dengê xwe gihand UNESCO jî, lê ew xwedî helwesteke lawaz bû û tevgera wê ne ligor rewşê bû, di destpêkê de wê xwest şandekê bişîne Eyndarê jibo lêkolînê bike û asta zeraran nîşan bike, lê Tirkîyê û Sûrîyê rê nedan ku bighêje wê derê”.
Huserî helwesta alîyên Kurdî jî rexne kir ku bi pirsyarî dikeve ser milê wan ranebûne û weke pêwîst be xwedî li şûnwarên Efrînê derneketine.
“Hemû dezgeh û partîyên sîyasî yên Kurdî herwiha sazîyên sivîl, têkilî û hevdîtinên wan li ser asta cîhanê hene, lê mixabin tu karekî cidî li hember tunekirina nasnameya Efrînê û di nav de têkbirina Eyndarê nekirine, tenê hin hewl û keda takekesî heye, ku çi bi şûnwarên Efrînê bûye belge kirine”.
Jibo guhdarkirina hevpeyvînê dosya deng veke