Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komîna Sînema ya Efrînê 20 Fîlm Pêşandan


Komîna Sînema ya Efrînê çalakîya pêşandana fîlman ji bo penaberên Efrînê li herêma Şahba li dar xist.

Çalakî hemwext bi Festîvala Kobanê ya Fîlman re pêk hat û tê de 20 kurte fîlm û belge fîlm hatin pêşandan.

Hevseroka Komîna Sînemayê Bêrîvan Dodex li dor pêşandana fîlman ji Dengê Amerîka re got:

“Fîlmên curbicur ji hemû cîhanê hatin pêşkêşkirin, ku mijarên cuda ser êşên civakê, rewşa jinê û zarokan her wiha rewşên şer nîşan didin”.

Dodex girîngîya sînemayê di pêşxistina çandê de anî ziman, ku ew hunera heftê ye û hemû beşên hunerî digre nav xwe.

Dodex armanca wan ji pêşandana fîlman şîrove kir: “Sînema çanda civakê dide nasîn, loma em jî dikarin çanda xwe bi rêya sînemayê nas bikin û biparêzin”.

“Di rewşa koçberîyê de ku em jiyan dikin, em dixwazin ji her kesî re xuya bikin ku ti carî çanda me nayê qir kirin û emê bi hemû şêweyê li ber xwe bidin”, hevseroka komîna sînemayê dibêje.

Di pêşandana fîlman de bi dehan kes ji hezkerên sînemayê hazir bûn, ku ji wan re bûye derfetek jibo fîlmên festîvala Kobanê. temaşe bikin.

Ferîde Nesan yek ji haziran pesna vê pêngava komîna sînema dide û helwesta xwe wiha parve dike: “Dijmin dixwaze çanda gelê Kurd li Efrînê tune bike, loma ev gava komîna sînemayê em pîroz dikin, ku em ji çanda xwe dûr nekevin û ji bîr nekin”.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku yekemîn mihrîcana Efrînê ya kurtefîlman ku di sala 2016an de pêk hatibû, piştî derbiderbûna Efrînîyan, sînemavan û şanogerên Efrînê hewldidin ji nû vex we rêxistin bikin û çalakîyên xwe bidomînin.

Raporta Newroz Reşo
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:59 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG