Erdheja 6ê Sibatê ku li bakurê Sûrîyê û başûrê Tirkîyê xistibû, zerareke mezin gihandiye pir cîhan li bajarê Helebê.
Li her du taxên Kurdnişîn yên vî bajarî, anku Şêxmeqsûd û Eşrefîyê, gelek avahî seqetbûne û li ber herfînê ne, ku êdî niştecîbûn lê çênabe, loma hejmareke mezin ji şênîyên van taxan ku Kurdên Efrînê ne dîsa derbider bûne, berê xwe ji bajarê Helebê didin penageha Şehba.
Semîra Mustefa ku ji Heleb hatiye cem qîza xwe ya li kampeke Şehba dimîne, tiştê pêre qewimîye parve kir: “Qîza min berê ji Efrînê derber bûye, em jî niha ji Helebê hatine cem wê, em nizanin kuderê de herin, xanîyê me li Heleb dê bi ser me de hilweşiyaba”.
Li gor Rêvebirîya Xweser ya herêma Efrînê, ku karûbarên herêma Şehba birêve dibe, di nava heftîyekê de pirtir ji 3 hezar malbatên Kurd ji bajarê Helebê derbaz herêmê bûne.
Ev derbiderên erdhejê, li cem xizimên xwe yên ku li kamp û gundên nahîya Şêrewa û penageha Şehbayê jixwe derbider in, bi cîh bûne, loma pêdivîya wan bi alîkarîyê heye.
Gulistan Mihemed Elî ku dîsa derbider bûye rewş wiha anî ziman: “Gelek kes ji ber erdhejê hatin kampê, pêdivîyên me pir in û alîkarî tune ye, doşek û betanî gerek in, herwiha şîrê zarokan”.
Berpirsa karûbarên civakî di Rêvebirîya Xweser ya Efrînê de Nimet Elîko got ku wan nan, av û hin paketên alîkarîyê pêşkêşî derbiderên erdhejê kirine.
“Dorpêça rejîma Sûrî li ser herêma Şehba, herwiha negihaştina tu alîkarîyan ji sazî û rêxistinên cîhanî yên hawarçûnê ve, rewşa mirovî aloz kiriye, ne şewt û ne jî madeyên hawarçûnê, em di demsala zivistanê de ne û hewa sar e, loma pêdivî bi alîkarîyên lezgîn heye, bi taybet' doşek, betanî û şewtê”.